Rotinda Amed: Pêngava 15’ê Tebaxê li dijî koletiya jinê serî rakirinek e (2)

Endama Meclîsa Partiya Azadiya Jinên Kurdistanê (PAJK) Rotînda Amed di beşa dûyem ya hevditina ajansa me ya têkildarî Pêngava 15’ê Tebaxê de, derbarê li Kurdistanê parastina jinê ya cewherî de axivî û got; ‘Em ji bo hemû jinên cîhanê şer dikin.’

 “Her jina ku bêparastin dimîne rastî tundiya mêr tê”

Navenda Nûçeyan - Endama Meclîsa Partiya Azadiya Jinên Kurdistanê (PAJK) Rotînda Amed di beşa dûyem ya hevditina bi ajansa me re di derbarê Pêngava 15’ê Tebaxê de têkildarî giringiya parastina jinê ya ji bo hemû civakan axivî. Rotînda Amed ji dirokê heta niha mînakên jinên ku li rexmê hemû zorî û zehmetiyan berxwedaniya ku dane meşandin hatine jiyankirin raxist berçavan û di erdnîgariya Kurdistanê de yekem rêxistinbûna jinê analîz kir. Rotînda Amed, di nava pêvajoya wek “Pêngava 15’ê Tebaxê” tê binavkirin de, portreya berxwedaniya jinê ji dûh heta îro gav bi gav nirxand.

* Hûn dikarin behsa di nava berxwedaniya netewî de qonaxên ku weke jin we derbaz kirine bikin? Hûn her pêvajoyê di şexsê hevalek xwe de sembol kir. Mînak bi Azîmeyan pêvajoya gerîllabûya jinê destpê kir.  Bi Bêrîtan-Gulnaz Karataş re artêşbûna jinê, di şexsê Zilan-Zeyneb Kinaci re gihan qonaxa fedayîbûnê. Bi Delal Amed-Hulya Eroglu re jî gihan qonaxa nû ya gerîlatiya jinê, hûn dikarin vê û pêvajoyên wek vê şîrove bikin? 

Pêngava 15’ê Tebaxê ji bo Kurdan weke mîladekê ye, navê wê ji nûve ji dayîkbûn û berxwedani ye. Ji bo kesên ji zordariya dijmin bêzar bûne hêvî bilind bû û tişta ku lê bendê çêbû. Axa ku mirî ji nûve zindî bû tov lê hate çandin, bêdengî ji qîrîn, tarîtî ji ronahî û bêhêvîtî ji veguheriye hêviyê. Di vê wateyê de çîroka jinan yên azadiyê jî bi avabûna PKK’ê re dest pê kir. Bê guman pîrozbûna çiya û bûyîna cihê parastinê ji ber zehmetbûna wê ye. Lê divê ev yek neyê jibîrkirin ku, bi taybetî jin lê hemû kesên xwedî îdeal, zehmetiyan nirxê armancê tê xwestin bê gihandin mezin kiriye û tenê bûyê sedama têkoşînê.

“Me hertim rêya çareserkirina zehmetiyan dît”

Em weke gerîlayên jin li beramberî şertên herî zehmet me yekbûna xwezayê esas girt. Li aliyê din li hemberî nêzîkatiyên zayendperest, timî bi têkoşînê, bi avakirina zanista azadiyê, di warê birdozî de bi kûrkirinê rêya çareserkirina zehmetiyên bi vê rengê jî dît. Me zehmetiyan kêşa, lê ev zehmetî bi me re veguherîn hêz û zanistê. Me zehmetiyan kêşa lê em fêr bûn ku bi şer mirov dikare zehmetiyan derbas bike. Lewra meşa jinan a gerîlatiyê de, bi derbaskirina astengiyan re, bi şer û têkoşînê hêj bi watetir bûye. Tu tiştekî ku şerê wê nayê dayîn ne bi wate ye. Em fêrî vê yekê bûn ku bi xwebûnê bijîn. Gelek rêheval hene ku bi beşdarbûna xwe ya pêşeng rê nîşanî me dan, ji bo yek bi yek vegotina wan tu rûpel têr nake.

“Hanim Yaverkaya bû fermandarek bêtirs”

Dema ku mirov çend hevalan weke mînak bide nîşandan; Hanim Yaverkaya bi damezrandina PKK’ê re, bûyîna şahida bûyerên Hîlwan û Siwerekê rizgariyê di beşdarbûna PKK’ê de dîtiye. Li kampên Bekaayê perwerdeya leşkerî dîtiye û di komên destpêkê yên vedigerê welat de cih girtiye. Beşdarî amadekariyên pengava 15’ê Tebaxê bûye û hêj wê demê erka fermandartiya mangê girtiye û bûye fermandarekê wêrek. Lewra bûye yekemîn gerîlayê jin a çûye Botanê û yekemîn fermandara jin a gerîla. Dîsa rêheval Azîme ya yek ji fermandarên me yên mezin ên di rêxistinbûna gerîlatiya jin a li Botanê pêşengiyê kiriye û li dijî derfetên zehmet di adaptebûnê de pêşengtiyê kiriye li Botanê mîna Azîmeya Mezin bi nav û deng bûye. Bûye fermandarekê ku bi pêşengtiya taktîk, di jiyanê de dîsîplîn û di şerê xwe de baweriyê kom kiriye. Û di dîroka me ya tevgera jinê de weke yek ji fermandarên me yên yekemîn a gerîlayên jin di rûpelên dîrokê de cihê xwe digre, di şerê me yê ku her ku diçe mezintir û bi heybettir dibe de, rastiyên wê di warê pêşengtiya leşkerî de li cihekê herî girîng a jiyana me ye.  

“Bêrîtan bû navê artêşbûna jinê”

Cardin di aliyê me de heval Bêrîtan ku sembola berxwedana me ye, bû navê artêşbûna jinê. Heval Bêrîtan di nava tevgera me de tasfiyecitiya ku di hate meşandin di demê xwe dît, da diyarkirin ku di van axan de tu cihek yê îxanetê nine, bi şer li dijî xeta îxanet û tesîlbûnê berxwedan hilbijart û ruh, îrade û baweriyek mezin anî holê. Sekna rêheval Bêrîtan hişt ku hîn kesên hevkar-îxanetkar çekên xwe yê xiyanetê berdin û xwe lanet bikin. Rêbertiya me pênaseya ku “Ya şer dike azad dibe, ya azad dibe bedew dibe, ya bedew dibe tê hezkirin” ji bo rêheval Bêritan vegotiye. Rûxmê ku rêheval Bêrîtan hêj mîlîtana salekê ye, pir zû pêş ketiye, di şer de pêş ketiye, bi bedewiya xwe ya sekna jiyanê bûye rêhevalekê bibandor. Bi her kesê ku pê re axiviye şopek hiştiye û hemû bedewiya PKK’ê di jiyanê û şer de bi xwe re daye avakirin. Bi vê boneyê Rêbertiya me ya ku nûbûna jina şerker di artêşê de dide avakirin dît piştî şahadeta rêheval Bêrîtan pêşdîtiye ku hebûna gerîlayên jin ya li çiyayan tenê di tîm û bolukan de têr nake, artêşbûna jinê pêş dîtiye û li gel ARGK artêşbûna jinê hatiye damezrandin.

Her jina ku bêparastin dimîne rastî tundiya mêr tê”

Ev yeke dibe ji bo hemû kesê pir biwate bê, lê belê niha li çiyayên Kurdistanê bi deh hezaran gerîlayên YJA-STAR şer dikin, cardin ger bi hezaran têkoşerên YPJ,YJŞ, YJR hebin, ew dide diyarkirin ku xeta Bêrîtanê çiqas giringe û bila were zanîn ku bi artêşbûn ji bo ew jinên ku rastî bindestî û zayendperestiyê dihatin bû deriyê hêviyê. Ji ber ku her jina ku bê parastin dimîne rastî tundiya mêr û terora dewletê dimîne û ya ku jêre rewa tê ditin jî weke kole jiyankirin e. Ji bo jina ku vê yekê napêjirîne yekane derfeta xwe azadkirinê ji feraseta parastinek rast derbas dibe. Di feraseta têkoşînê de; di şer de bi artêşbûnê re bidestxistina îradeyê, di jiyanê de bi partîbûn û bidestxistina zanistê re azadî gengaz dibe.

“Em di wê îdiayê de ne ku bibin hêza rizgariya hemû jinan”

Weke jin yekemîn serkeftinên xwe yên di warê azadiyê de me li çiyayan bidest xist, li vê derê me bingehên vê avêt. Çawa ku ji bo dûrbûna ji rastiya civakê, dîtina xwe û xwe gihandina xwebûnê em hatibin çiyayan; li çiyayan jî ji bo birêxistinbûn û şerkirinê em bûn artêş. Îro em di wê îdiayê de ne ku bibin hêza rizgariya hemû jinan. Lê bê guman em dizanin ku ev yek ji bo têkbirina zayendparêziya civakî têr nake. Li ser bingehê partîbûnê weke Birdoziya Rizgariya Jinê me sedemên têkoşîna xwe pênase kir. Bê guman gelek aliyên ku pêşengtiya vê kirin hene.

“Rêheval Zilan têkoşîna me tacîdar kir”

Rêheval Zîlan hem sembola me ya partîbûnê ye hem jî di warê taktîka şer de têkoşîna me tacîdar kir û bi çalakiya xwe nîşanî me da ku mirov bi yek kesê çawa dikare hem bibe partî, hem jî bibe artêş. Rêheval ZÎLAN ji bo me bûye MANîFESTOYA JİYANÊ. Zîlan êdî di warê têkoşîna me ya azadiyê de bûye XET, FELSEFEYA jiyanê û XWEDAWEND. Weke hemû jin bi qasî ku em gihiştin wateya meşa li ser rêya wê, em dibînin têkoşîna me mezin bû û her ku diçe mezintir dibe.

Rêheval Sema xwedî li xeta Zîlanê derket û bi çalakiya xwe nîşan da ku kûrbûna birdozî çawa dikare hemû astengiyan derbas bike, israra azadiyê çawa dikare di hemû qadên jiyanê de bi jiyanî bike. Weke şopdarên van fermandarên me rêheval Delal Amed a yek ji fermandara me ya xeta me ya Stratejiya 4’emîn e, hem li ser xeta Zîlanê pêşengtiya bi hezaran fedaiyan kiriye, hem jî li ser stratejiyê bi awayekê kûr lêhûrbûn kiriye li hemû sahayên li welat di pêkanîna vê de bi israr bûye û bûye xwedî seknekê bi biryar. Dema hewce kir di asta yekemîn de bûye fermandara hemû welat, dema hewce kir jî li se sahayekê fermandartiyê kiriye. Ev sekin girêdayî hêz û berxwedaniyê ye ku ew ji mîrateya jinê ya di dîroka me de kombûye girtiye.

“Şopdarên fermandarên me zêde bûn”

Ji lewra şopdarên hemû fermandarên me yên bi nirx wiha zêde bûne, belavî çar aliyên Kurdistanê bûne, belavî hemû Rojhilata Navîn bûne, tevahî jinên cîhanê kişandine navenda berxwedanê û ji wan jî pêşeng afirandine. Şopdarên mîna rêheval Şirin Elemhulî, Viyan Soran, Arin Mirkan, Avesta Xabur, Barinan, ji beşdarbûnên enternasyonalîst ên mîna Andrea Wolf, Ivana Hotman, li qadên parastina medyayê bi dehan qehremanên ku bi pêşengtiya Mingin Ronahî, Nalin Firat, Avzem Çiya, Didar Harunan ku li tunelan şer kirin, azweriya me ya têkoşînê bilind dikin.

*Fîşeka yekem ya 15’ê Tebaxê li dijî zîhniyeta mêr-dewlet hat avêtin. Îro li van çiyayên Kurdistanê, li hemû Kurdistanê, bi taybet li Şengal û Rojavayê Kurdistanê çawa jiyan dibîne. Hûn dikarin vê mijarê li gorî cudahî û wekheviya qad û erdnîgarî şîrove bikin?

Di berxwedaniya me 50 salan de gelek pêşveçûn û gavên giring hatin avêtin, bi gelek zehmetiyan re hat şer kirin û serkeftinên mezin jî hatin qezenç kirin. Ev nêz 10 salane bi taybet ji sala 2015’an heta niha li her çar parçeyên Kurdistinê şerê qirkirinê bê navber heye û li beramberî vê jî bi îrade û baweriyek mezin û îdeolojîk rastiya berxwedaniya gel û gerîla heye. Li dijî şerê qirkirinê ya di 17’ê Nîsanê de li qadên Herêmên Parastina Medyayê pêkhat, li Zap, Metîna û Avaşînê berxwedaniya bêeman ya gerîlla, helbet  sekneke li gor çanda serkeftinê ya 50 salan raber dike.

“Encama berxwedaniya destanî wê bi serkeftinê were tacîdarkirin”

Wê ev berxwedaniya bi destan encama wê bedelên herî giran be jî wê bi serkeftinê were taçkirin. Dostên me jî vê yekê dizanin û wê ji her dem zêdetir li dora mirovahî û berxwedaniya azadiyê bibin yek, cardin jî bila dijmin vê yekê baş bizane ji Zapê dernakevin û Zap wê ji bo wan bibe gor. Tenê yê winda bike dê ne dewleta Tirk be. Di vê şerê de hevkarên mîna PDK’ê yên hevkariya dewleta Tirk a faşîst dikin û dewletên navnetewî yên piştgiriya çekên kîmyewî didin wî dê bibin aliyê binkeftî ya vê şerê. Divê bizanibin ku weke hebûnên bi lanet ên mirovahiyê wê di nav rûpelên reş ên dîrokê de cihê bigrin, dema ku dem hat jî dê bikevin nav zibaleya dîrokê. 

“Dê dawî muhteşem be…”

Kevneşopiya berxwedaniya 15’ê Tebaxê ev da diyarkirin; Em ê ser bikevin û Dê dawî muhteşem be… Weke cihekê ku çanda 15’ê Tebaxê lê jiyanî bû em dikarin Şengalê mînak bidin. Bi vê wesîleyê bi taybetî di 8’emîn salvegera fermana 3’ê Tebaxê ya li ser Êzidiyan rabû, hevkariya PDK’ê ya rê li ber komkujiya DAIŞ’ê vekir hemû hêzên ku para wan di vê komkujiyê de hene bi nefretê şermezar dikin, ji bo malbatên ku mirovên wan di vê komkujiyê de jiyana xwe jidest dane sebrê û berxwedaniyên bihêz dixwazin. Dîsa Bi sedan kesên ku di encama teqîna Sîba Şêx Xidir a 15’ê Tebaxa 2007’an de jiyana xwe jidest dane bi rêzdarî bibîr tînim, kesên ku vê komkujiyê pêk anîne bi nefretê şermezar dikim.

“Şengaliyan ji nû ve gihiştin azweriya berxwedanê”

Gelê me yê Şengalê ya bû mînaka herî şênber a çanda berxwedana gelê Kurd 74 caran rastî ferman û qetlîaman hatiye lê dev ji azadî û xweserbûnê bernedaye. Tenê navekê vê heye ev jî israra vîna azad û jiyana azad e. Di fermana herî dawî de bi pêşengiya 12 gerîlayên sûwarî Şengaliyan carek din gihiştin azweriya xwe ya berxwedanê, ji nû ve ji xweliyên xwe ava bûn û azadiyê qêriyan. Êşa fermana dawî ya ku berdela wê pir giran bû li ser dilên xwe tepisandin û ji bo zarok û jinên ku rastî destdirêjiyê hatin,  ji bo jin û gelên ku bê av û bê xwarin dev ji baweriya xwe bernedan û li çiyayan têkoşîna jiyanê danbeşdarî têkoşîna 12 sûwariyên gerîla bûn û Şengalê ji nû de veguherandin qada jiyanê. Û dibe ku qadekî jiyanê, erdnigariyek Kurdistanê ya yekem car bi ziman û baweriya xwe ji bo parastina mafên xwe birêxistin bûye li pêşberî me be. Bê guman ev girêdayî bawerî û zanista ku rihê pêngava 15’ê Tebaxê daye avakirin e. Di roja me de ev bi saya pêşengtiya şopdarên Egîd û Zîlanan pêk hatiye.

“Belgefîlma Hêza beşek ji berxwedanê ye”

Belgefîlma Hêza ya ku her roj li tevahî cîhanê hêjayî xelatê tê dîtin tenê beşek biçûk a ji wê berxwedanê ye. Ji bo kesên ku xelatê didin belgefîlma Hêza helwestan herî binirx a nîşan bidin; li dijî vê hovîtiyê derketin, di nasîna xweseriya Şengalê ya bi berdelan hat avakirin de ked dayîn û astengkirina êrişên dewleta Tirk e. Her çiqas cîhan li hemberî vê bêdeng be jî qêrîna jinên Êzidî yên li wê derê bilind dibe ji bo me sedema têkoşîn, berxwedan û serkeftinê ye. Şengal navenda bawerî û warê azad a Şengaliyan e. Divê ev wisa bê zanîn û wisa bê parastin.

“Şênberbûna vejînê Şoreşa Jinê ya Rojava ye”

Bê guman şênberbûna vejîna 15’ê Tebaxê rastiya Şoreşa Jinê ya li Rojava tê jiyîn e. Mehek berê Rojava 10’emîn sala xwe li pêy xwe hişt. Şoreşa Jinê ya Rojava navnîşana vê yekê ye ku bi berdelên mezin serkeftinên mezin hat bidestxistin, hêviyên mezin lê şîn bûn. Li Rojava weke encama keda 20 salan a Rêbertiya me heqîqet û rastiyekê gel a xwebirêxistin kiriye û bi zana bûye heye. Şoreşa Rojava ya bi vîna cewherî ya gel û bi berdelên mezin hat pêkanîn; rûxmê hemû kêmasiyên wê jî destnîşan dike ku gel çawa dikare bê dewlet li ser bingehê azadî û demokrasiyê jiyana xwe bide rûniştin û her wiha çawa wê diparêze. Bê guman divê neyê jibîrkirin ku ev pêvajoya deh salan a şoreşê xwe dispêre çanda berxwedan û têkoşîna 50 salan. Divê ne gelê Rojava û ne jî yên ku niha vê şoreşê dimeşînin, pêş dixin û bi parastina wê re erkdar in vê yekê jibîr nekin.

“Şoreş, şoreşa me hemûyan e”

Dîrok tu caran li tu cihan bi awayekê bê reh pêş nakeve. Mîna darekê çinarê ya rehên wê saxlem pîroz û bihêz dibe. Lê divê bê zanîn ku di serî de hêzên hegemon ên cîhanê, dewleta Tirk ya dijminahita Kurdan dike û faşîstên AKP-MHP hikumeta wê ya rêvebir dixwazin vê rastiya şoreşê berovajî bikin. Lewra vê şoreşa ku hêj di merheleya zarokbûnê de ye parastin, weke nirxekê cîhanê ji tevahî gelan re îspatkirin erka her kesê ye û divê di serî de gelên Bakûr û Rojhilatê Sûrî bi gotina ‘Ev şoreş şoreşa me hemûyan e’ xwedîderketina şoreşê çêbibe.  

“Parastina şoreşa jinê erkê her kesî ye”

Ev şoreş herî zêde şoreşa hevalên me yên Şehîd ku canê xwe ne fikirîne kirine fedaye. Ji bo rûhê wan di nava axê de bi awayek aram bimîne, bi hevre avakirina şoreşa jinê ya Rojava ye û di destpêkê de divê bibe erka hemû kesên ku daxwaza azadiyê dike. Îro li Zapê berxwedaniya bi nirx ya hevalên me yên jin û xort, ji bo parastina destkeftiyan di rewşa bi goşt dîwar çêkirinê dene. Şoreşa Rojava jî divê bi wergirtina bawerî û moralê pêwîst ji şerê ZAP’ê re şerê gel ê şoreşgerî xurtir bike û dewleta dagirker a Tirk a dagirker û çeteyên wê ji welat û xaka wan derbixe. Ev helwest dê bibe helwesta berxwedana 15’ê Tebaxê. Rizgarkirina Rojava ji dagirkeran dê bibe bingeha parastina şoreşa wê.

*Di berfirehiya berxwedaniya azadiya jinê de, têkiliyên we yên bi jinên cîhanê re di kîjan astê dene û di heman demê de wê ji niha pêde têkiliyên we bi jinên cîhanê re di kîjan astê de be û armancên we çine?

Bi felsefe û îdeolojiya berxwedaniya Rêber Apo partiyên ku gihane roja me ya îro û bi rastiya artêşbûna me re bandorek kir û ev bandor sînorên Kurdistanê derbas kir û li Rojhilata navîn û cîhanê ji bo gelê bindest û jinan gihiştiye rastiyekê ku hêviya serkeftinê ya têkoşîna wekhevî û azadiyê zindî dike. Berxwedaniya me ya azadiya Kurdan, êdî bûye berxwedaniya azadiya hemû gelan. Bi vî awayî ji tevgera me re li her derê, ji her netewê bejdarbûn çêbûye, li gel gelê me dostên me jî zêde bû. Rêberê me dibêje; ‘Jin gelekî hatiye metîngerkirin e,’ ji ber vê yekê weke tevger me azadiya jinê weke gerdûnî girt dest. Ango berxwedaniya me ya azadiya jinê veguheriye berxwedaniya azadiya hemû jinan. Bi hemû ciwaniya xwe bi fikirê azad, xwedî îradeya azad, rêxistinkirin, cihê ku lê jiyan dike bi hestên xwe yên welatparêziyê biparêze û hemû jin di yek nasnamê de werin gel hev bibin yek ev jî dibe nasnameya jina azad.

 “Em ji bo hemû jinên cîhanê şer dikin”

Weke jinên ku di nava PKK’ê de li ser vê felsefeyê mezin bûne, bipêş ketine û bi rêxistin bûne, em dizanin ku armanca me tenê ne pirsgirêka azadiya Kurdistanê ye. Felsefeya me ya li ser esasê dîtina xwe, rêxistinbûn û têkoşînê ger pêwîst be, li her rêxistineke jinan a cîhanê ku lê bin, heye. Bi taybetî bi salên 90’î re me xwest ku em xwe bigihînin jinên gelên din. Piştî sala 2000’î me rêxistinbûn berfirehtir û bi sazî kir bingeh. Bi gotineke din, em ne rêxistin bin jî, em xwe wek endamên cewherî yên her hêza jinê ya ku li ser bingehê hişmendiya zayendî û azadiyê hatiye rêxistinkirin hîs dikin, li kîjan cîhanê li Tirkiye, Iraq, Îran, Sûriye, Afganîstan be bila bibe. Amerîka an Afrîka Em dibînin.

“Em ê netewperestiyê hilweşînin û xwe bigihînin nasnameya jina azad”

Em di wê îdayê dene ku emê li hemû cihên pêwîst, hem bi hişê xwe, hem bi îdeolojiya xwe û hem jî bi hêza xwe ya parastinê emê hebin. Weke dûh, emê îro jî em di berxwedaniya jinan ya hevpar de hene û emê hebin. Di vê bingeê de bi jinên cihanê re em di nava lêgerînên têkilî, itifaq û rêxistinkirinê dene. Ji bo em vê hîn zêdetir mezikirin, pêşvebirin em dizanin ku cîhanê ji zîhnyeta desthilatdariya mêr were rizgarkirin, em giringî didin hêza yekitî û fkrê hevpar. Di vê bingehê de em berxwedaniya azadiya jinê pîroz dikin. Ji bo sibehên azad, jinên ku di rêya azadiyê de cih digre, bi hevre emê netewperestiyê bi hilweşînin berbi nasnameya jina azad ve meşa xwe dom bikin. Li ser vê esasî em Rêber Apo ku ruhê pêngava 15’ê Tebaxê daî avakirin carek din silav dikin, em di her şert û mercan de soza li pey şopa Şehîdên xwe dûbare dikin, em carek din ji bo ala meya vejînê hemû jinên ku ji bo azadiyê, berxwedaniyê dikin, hevalên xwe û gelê xwe dûbare pîroz dikim.

Bi dawî bû

Beşa duh: