Hemwelatiyên Başûrê Kurdistanê qetilkirina Jîna Emînî şermezar kirin

Piştî ku rejîma Îranê Jîna Emînê qetil kir, bi hezaran jinên weke Jîna Emînî li Îran û Rojhilatê Kurdistanê rabûn serhildanê. Weke tavahî cîhanê, jinên Başûrê Kurdistanê jî li dijî kiryarên rejîma Îranê helwest nîşan dan.

ŞÎNYAR BAYÎZ

Silêmanî- Piştî bûyera qetilkirina Jîna Emînî ji aliyê rejîma Îranê ve bi temamî xelkê Saqiz û herêmên din ên Îranê helwestên xwe nîşan dan û çalakvanên mafê mirovan li seranserî cîhanê nerazîbûna xwe ya li dijî kiryarên rejîma Îranê yên li hemberî jina Kurd nîşan dan.

Ne tenê li Rojhilatê Kurdistanê, jinan li her çar parçeyên Kurdistanê ji ber qetilkirina Jîna Emînî helwestên xwe nîşan dan û bi yek dengî daketin qadan û dirûşma “Jin Jiyan Azadî” qiriyan. Hemwelatî û jinên Başûrê Kurdistanê jî helwesta xwe nîşan dan û gelek çalakiyên cur be cur li dar xistin, der barê qetilkirina Jîna Emînî de ji ajansa me re axivîn.

“Divê jin di biryardayîna jiyanê de azad be”

Deşnê Emer der barê kuştina Jîna Emînî de diyar kir ku bûyera qewimiye li dijî mirovahiyê ye û wiha got: “Divê jin di aliyê biryardanê de azad bin, tiştek bi zorê nabe, dema kefî yan jî tiştek din bi zorê li ser wan were ferzkirin dê tu wateya wê tunebe. Ji ber dema ku tiştek li kesekê were qedexekirin, şîrîn dibe, girtina jinan nabe ku bi zorê be divê bi xwesteka kesan be û di biryardanê de azad bin. Lê belê hikumeta Îranê girtina jinan ji bo xwe kiriye hincet ji bo tundîtûjiyê li wan bike, ez weke jineke Kurd tundîtûjiya li hemberî jinan şermezar dikim.”

“Divê rêz ji biryarên cuda re were girtin”

Dilniya Abdulsitar bi bîr xist ku pejirandina biryarên cuda rêzadariya mirovahiyê ye û wiha got: “Di dîn de tu tiştek bi zorê nîn e divê weke mirovan nêzî hev bibin, nabe dema ku kesek hicab girê neda bi çavek xirab lê were mêzekirin. Îman di dil de ye nabe bi zorê bawerî bi tiştekî bînî, belkî dibe bi xwe bawer bikî. Ya ku li Îranê rû dide ne Îslama rast e, desthilatdar û hikumet girtina jinan kirine tişteke mecbûrî, her dem mafên jinan tên xwarin û hewl didin jinan bi kar bînin. Dema ku dixwazin azad bin rê li wan tê girtin. Divê jin bi awayeke azade daxwaza mafên xwe bikin û bi temamî jin li cîhan û parçeyên din ên Kurdistanê der barê pirsgirêkên xwe de dengê xwe derbixin. Bi taybetî kesên ku di nava torên civakî de bi nav û deng in divê bi awayekî dengê jinan bigihîjînin hemû dinyayê.”

“Desthilatdar tundîtûjiyê li hemberî jinan dikin”

Eşkan Refîq da zanîn ku dema zarokek di malbatê de bi awayek azadane were perwerdekirin, dibe kesek azad û dikeve nava civakê û ev jî piştre kesê di nava civakê de bi her awayî qebûl dike lê belê di civaka Kurd de azadî nîn e bi giştî û bi taybetî ji bo jinan û wiha got: “Dema jinek di bin gefan de tê çewisandin û bêguman azadî jê hatiye sitandin, ji derveyî malbatan hikumet û dewlet sedemek din in ji bo azadiya jinan nebe. Bi taybetî li Rojhilatê Kurdistanê rejîma Îranê wisa kiriye ku bi temamî azadî li jinan hatiye qedexekirin. Rast e li Başûr li herêmên din ên Kurdistanê azadî heta astekê heye lê belê ne di asta pêwîst de ye. Ji ber ku dema tundîtûjî li hemberî jinek tê kirin û tê kuştin divê di destpêkê de her kes dengê xwe derbixe bi taybetî hikumet û desthilatdar lê belê li Kurdistanê bi giştî desthilatdar tundîtûjiyê li hemberî jinan dikin.”