Helebî berê xwe didin taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê
Piştî ku çeteyên di bin kontrola dewleta Tirk de ber bi navenda Helebê ve bi pêş ketin, gelek kes berê xwe dan taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê. Meclisa Giştî a her du taxan jêrzemînên taxê amede dikin da ku gelê bê cih mane di wir de bi cih bibin.
Heleb – Şer û pevçûnên di navbera rejîma Sûriyeyê û koma paramîlîter a Heyet Tehrîr el-Şamê (HTŞ) ên li Heleb û Idlibê bedewam in. Pevçûnên di 26’ê Mijdarê de dest pê kirin, piranî li çolterê Helebê giran bûn. HTŞ’ê hinek bajarok bi dest xist û kete hinek beşên Rêya M5’ê. Êrişên hewayî yên Rûsya û Sûriyeyê yên li dijî HTŞ’ê jî berdewam in.
Çeteyên ku ji 26’ê Mijdarê û vir ve bi hêzên hikûmeta Şamê şer dikin, êvara 27’ê Mijdarê dest bi pêşveçûnê kirin û ketin navenda bajarê Helebê. Hêjayî bibîrxistinê bû ku hêzên rejîmê bersiv nedan komên ku ber bi navenda bajêr ve diçin. Kanalên televîzyonê yên nêzî hikûmetê îdia kirin ku Serfermandariya Sûriyeyê ferman dane hêzên xwe yên li Helebê ku saet ji 18.00’an ve dest bi valakirina herêmê bikin.
Li aliyê din gelê ku li herêmên di bin kontrola rejîma Şamê ya Helebê de dijîn, berê xwe didin taxên Şêxmaqsud û Eşrefiye yên Rêveberiya Xweser a di bin kontrola Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD). Şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê xwe li gorî nirxên xweparastinê û şerê gelê şoreşgerî rêxistin kirine û li ser şopa berxwedana xwe ya 2016’an xwe amade kiriye. Meclisa Giştî a her du taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ya bajarê Helebê hemû jêrzemînên taxê amede dikin da ku gelê bê cih mane di wir de bi cih bibin.
Di encama topbarana çeteyan li dijî derdora zanîngeha Helebê de, 4 xwendekaran jiyana xwe ji dest da û gelek birîndar bûn. Hejmareke mezin a xwendekar û şêniyên herêmê di deriyê Ebû Kehif ê bajarê Minbicê re jî ji Helebê vegeriyan herêmên xwe. Girêdayî wê, Yekitiya Ajokaran a kantona Reqayê 60 otobus ji bo wergirtina şêniyên herêmê, şandin Helebê. Welatiyên ku ji Helebê di deriyê Boasî re gihîştine Reqayê diyar kir ku rewşa Helebê xerab e.