Hejmara nû ya Kovara Jinê derket
Hejmara 145’an a Kovara Jinê bi berga ‘Lêgerînên komînal a li dijî hilweşîna civakî’ derket pêşberî xwendevanên xwe.
Navenda Nûçeyan – Kovara Jinê ku her hefte roja Yekşemê tê weşandin, hejmara vê hefteyê ya 145’an bi berga ‘Lêgerînên komînal a li dijî hilweşîna civakî’ derket pêşberî xwendevanên xwe. Kovarê di vê hejmara xwe de li ser komînên di ezmûnên cîhanê û ezmûna Jinwarê sekinî û bal kişand ser ka hilweşîna civakî û pirsgirêk çawa dikarin bi rêya komînan werin veguheztin û civatek bihêztir were avakirin.
Hemû sernavên di hejmara nû de wiha ne:
*Diyalektîka Takekesê Azad û Civaka Azad: Komîn / Serhildan Banyan Magusa
*Hilweşîna Civakî, Şerê Taybet û Stratejiya Derketina Komîn a li Kurdistanê / Bêrîvan Elter
*Komînalbûn a ji Dîrokê heta Îro: Civakên Bêdewlet / Ayşe Newroz Oyman
*Mijara Wekheviyê-1 / Çigdem Ertak
*Dîtina Algoritmîk: Laşê Jinê ya di Serdema Dîjîtal de / Ezgi Sila Demir