Hejmara kesên li Xezayê jiyana xwe ji dest dan bû 35 hezar 984

Hejmara kesên ku di êrişa Îsraîlê yê li ser Zîvala Xezayê de ji 7’ê Cotmehê ve jiyana xwe ji dest dane bû 35 hezar 984.

Navenda Nûçeyan – Wezareta Tendirustiyê ya li Xezayê roja Yekşemê daxuyanî da û ragihand ku ji 7’ê Cotmehê ve hejmara kesên li Xezayê jiyana xwe ji dest dane bûye 35 hezar û 984.

Wezareta Tenduristiyê ya li Xezayê derbarê şerê ku ev zêdeyî 7 meh in didome de bîlançoyeke nû eşkere kir û diyarkir ku di êrişên Îsrailê de heta niha 35 hezar û 984 kesan jiyana xwe ji dest dane. Hat destnîşankirin ku di nava 24 saetên dawî de, herî kêm 81 kesên din jiyana xwe ji dest dane.