HDK'ê deklarasyona 25'ê Mijdarê eşkere kir
HDK'ê, deklarasyona xwe ya 25'ê Mijdarê bi dirûşmeya "Jin li dijî şer, tundûtûjî û xizaniyê aştiyê ava dikin!" eşkere kir. HDK’ê banga mezinkirina têkoşîna jinê kir.
Stenbol – Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) bernameya xwe ya 25'ê Mijdarê li avahiya xwe ya li Beyogluyê bi dirûşma "Jin Li Dijî Şer, Tundûtûjî û Xizaniyê Aştiyê Ava Dikin!" eşkere kir. Metna bernameyê ji aliyê Merve Nur Îşleyici ya ji Koordînasyona Jinan a HDK'ê ve hate xwendin.
Merve Nur Îşleyici got ku jin her tim di nav têkoşînê de li qadan bûne û ew ê bi nêzîkbûna 25'ê Mijdarê re têkoşîna li dijî zîhniyeta serdest a mêran berfireh bikin.
‘Têkoşîna jinan dibe kabûsa faşîzmê’
Merve Nur Îşleyici diyar kir ku mîrateya ku Xwişkên Mîrabel ji jinan re hiştine berxwedan û wêrekî ye. Merve Nur Îşleyici got, "Di seranserê dîrokê de, têkoşîna jinan ji bo faşîzmê kabûsek maye. Ji Rosa Luxemburg bigire heya Clara Zetkin û Alexandera Kollontay, em di bin pêşengiya jinan de têkoşîna xwe mezin dikin. Îro, bi heman ruhê berxwedanê, em bi hev re li dijî tundûtûjî, zilm, cudakarî, êrîşên wêrankirinê, gotinên nefretê û polîtîkayên dijminê jinan ên di her warî de zêde dibin dengê xwe bilind dikin. Her ku em nêzîkî 25'ê Mijdarê dibin, em ne tenê li dijî tundûtûjiya dewleta mêran, lê di heman demê de ji bo parastina aştî, wekhevî û azadiyê jî derdikevin kolanan."
‘Jin li hember van neheqiyan bêdeng namînin’
Merve Nur Îşleyici, destnîşan kir ku ew ê têkoşîna edaletê ji bo jinên mîna Nevîn Yildirim û Çilem Dogan, ku xwe li dijî dadweriya serdest a mêran parastin û sax man, bidomînin. Merve Nur Îşleyici diyar kir ku jin li hember van neheqiyan bêdeng namînin û got, "Rizgariya jinan ji azadiya gelan cuda nîne û azadiya gelan ji azadiya jinan cuda nîne."
‘Em ê di 25'ê Mijdarê de li kolanan bin!’
Merve Nur Îşleyici, diyar kir ku ew bi hêza hevgirtina jinan amadekariyên 25'ê Mijdarê dikin û banga dawî wiha kir: "Ji Rojînê heta Şulê, ji Nadîrayê heta Dînayê, jinên ku hatine kuştin serhildana me ne! Di bin ronahiya Xwişkên Mirabel de, hemû jin dê îsal kolan û meydanan tijî bikin da ku edaletê biqîrin! Bijî hevgirtina jinan, bijî jiyana azad! Em ê di 25'ê Mijdarê de li kolanan bin! Civak bêyî azadiya jinan azad nabe! Jin, Jiyan, Azadî! Jin, Jiyan, Azadî!"