Hastaga Jîna Emînî li dijî qetilkirina jinan bû cîhanî

Hastaga #Mahsa_Amini bû hastaga cîhanî û ji bo piştgiriya dengê azadiya gelê Rojhilata Kurdistanê û Îranê û şermezarkirina kuştina Jîna Emînî zêdeyî 40 milyon caran parvekirin li ser hatiye kirin.

Navenda Nûçeyan – Hastaga #Mahsa_Amini ya ji bo şermezarkirina qetilkirina Jîna Emînî û piştgirî dayîna serhildanên ku bi pêşengtiya jinan li Rojhilatê Kurdistan û Îranê bi diruşmeya “Jin, jiyan, azadî” deng veda, li tevahî cîhanê bû yekemîn hasthaga ku li çar aliyên cîhanê parvekirin li ser hatiye kirin û bûye rojeva cîhanê. Heya niha zêdetî 40 milyon caran ev hastag hatiye parvekirin.