Girtiyên jin ên di girtîgehên Îranê de banga hestiyariyê kirin

Rejîma Îranê, dema zextên xwe yên li ser girtiyên jin didomîne, ji bo belavbûna şewba koronayê ya li girtîgehan jî bi zanebûn tedbîrên nagire. Girtiyên jin ji bo binpêkirinên mafan ên dijîn, ji raya giştî re banga hestiyariyê kirin.

Navenda Nûçeyan - Jinên ku di bin zexta rejîma Îranê de dijîn, bi destê darazê jî hewl tê dayîn ji nasnameya wan bên bêparkirin. Dema di girtîgehên Îranê de hejmara jinan roj bi roj zêde dibe, zext û zordariya saziyên înfazê ya li dijî jinan jî leza xwe winda nake.

"Şertên tenduristiyê destnedayî ne”

Girtiyên jin ên siyasî diyar kirin ku li girtîgehan şert û mercên tenduristiyê destnedayî ne, bal kişand ku gelek nexweşî bi taybetî jî şewba koronayê parçeyek ji polîtîkayên li girtîgehan tên meşandin e. Girtiyên jin diyar kirin ku rêveberiya girtîgehê belavbûna şewba koronayê ji nedîtîve tê, bal kişandin ser zêdebûna hejmara girtiyan a li girtîgehan jî.

Girtî nayên dermankirin

Çalakvanên mafên jinan û girtiyên jin diyar kirin ku di rojên dawî de 16 girtiyên jin ên siyasî li girtîgehan bi çalakiyên cur be cur şert û mercên heyî şermezar kirine, bal kişandin ku rejîma Îranê hewl dide vê yekê veguherîne fiesendê û wiha gotin; “Ji ber şewba koronayê dermankirina pêwîst a girtiyan nayê kirin û ji ber vê yekê nexweşî her ku diçe belav dibe."

Banga hestiyariyê

Girtiyan dan zanîn ku dema hevdîtina telefonê ya bi malbatên xwe re pêk tînin, xet bi zanabûn tên birîn, gotin ku di dema hevdîtinên malbatan de jî bi lêgerîna zêde îşkence li xizmên wan tê kirin. Her wiha diyar kirin ku girtiyên jin li dadgehên dijhiqûqî bi cezayê hepsê yan jî bi mirinê rê rû bi rû tên hiştin û diyar kirin ku mafên jin û zarokan tên binpêkirin û di vê mijarê de bang li raya giştî kirin ku vê mijarê bînin rojevê.

“Polîtîkayêk bi zanebûn e”

Gelek girtiyên jin ên di bin tecrîda girankirî de ku di girtîgehên Îranê de bi navê “îşkenceya spî” tê binavkirin, weke Zeyneb Celaliyan bi şewba koronayê ketibûn. Xizmên girtiyan hişyarî dabûn ku ev polîtîkayeke bi zanebûn e.