'Ger kesek bê darvekirin dê li Îranê roja qiyametê bê jiyîn’

Rêxistina Children in the Front’ê dilgiraniya xwe ji cezayê îdamkirina zarokan di dadgehên Îranê de bi bîrxistina dirûşma gel a “Eger kesek were îdamkirin dê li Îranê roja qiyametê bê jiyîn” anî ziman.

Navenda Nûçeyan – Li Îranê ji bo zarokên ku beşdarî çalakiyan bûne cezayê darvekirinê tê dayîn. Rêxistina Children in the Front’ê ji hemû saziyên çalakvan, hunermend, werzişvan, xwendekar, mamosteyên ku mafên zarokan diparêzin xwest ku bi daxwaza berdana zarok û girtiyên din derbikevin kolanan.

3 zarok bi mezinan re hat darizandin

Li Dadgeha Şoreşê ya Karajê di du rojên destpêkê yên meha Kanûnê de, 15 xwepêşandan bi îdiaya “kuştina polîs û gendeliyê” hat darizandin. Ji 15 kesan 3 kes zarokên 17 salî ne. Di rûniştina dozê de serokê dadgehê diyar kir ku 3 ciwanên bi navê Arîn Ferzamne, Emîn Mehdî Şukrallah û Amir Mehdî Caferî dikarin bi mezinan re bên darizandin û sedema vê yekê jî weke "hem di darizandinên sûc û hem jî di derbarê ciwanan de serwerbûna dadger" nîşan da.

‘Ger darvekirin pêkbê dê qiyamet bê jiyîn’

Rejîma Îranê di xwepêşandanan de, 68 zarok bi guleyên rastî û copan qetil kirin, bi sedan zarok jî birîndar kirin. Hêzên rejîmê her wiha bi sedan xwendekar jî girt û di şert û mercên xerab de li girtîgehan dîl digre.

Rêxistina Children in the Front’ê di daxuyaniya duh hat weşandin de wiha got: “Wek hemû rêjîmên zilmkar ên hatine hilweşandin rejîma Îranê jî ji bo terorizêkirinê tundî bikar tîne. Serhildana şoreşgerî ya gel û dengê hêrsa gel dê vê hemû terorê ji holê rake. Diruşma gel ya li dijî vê dadgehê pir zelal e: Ger kesek bê darvekirin, Îran dê bi roja qiyametê re rû bi rû bimîne.”

Di daxuyaniyê de banga berdana zarok û girtiyan kirin.