Gelê Kantona Kobanê li dijî êrişan daketin qadan
Bi hezaran şêniyên kantona Kobanê li dijî êrişan daketin qadan û bi yek dengî gotin: “Em ê têkoşîna xwe bidomînin.”
Kobanê - Bi hezaran şêniyên kantona Kobanê li dijî êrişên dewleta Tirk a li ser heremên Bakur û Rojhilatê Sûrî daketin qadan û meşekî girseyî lidar xistin.
Di dawiya meşê de li ser navê Desteya Perwerdê ji aliyê mamoste Peyman ELoş ve daxûyanî hat xwendin.
"Dewleta tirk heman kiryaran bi serê gelên me dike"
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Dewleta Tirk a dagirker, pîvan û nirxên mirovahiyê, zagon û mafên gelan binpê dike. Gelek komkujî bi serê gelên herêmê yên resen ên Kurd, Ereb, Ermen, Aşur û Suryan kirin. Dewleta tirk heman kiryaran bi serê gelên me dike; hem ji aliyê çandî, civakî, aborî û siyasî ve qirkirinê dike hem jî zarokên dibistanên me armanc digire û wan dikin qurbaniyên hişmendiya xwe ya qirêj. Em wekî jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyayê van kiryarên hovane yên dewleta tirk a faşist bi tundî şermezar dikin. Bi taybet jî sucên hovane yên herî dawî li dijî jinên tekoşer û siyasetmedar; ew jinên ku ji destpêka şoreşa 19’ê Tîrmehê de nûnertî û misogerkirina vîna jin û civakê kirin rastî êrişê hatin, hatin qetilkirin. Em bi navê jinên Bakur û Rojhilatê Suriyayê bang li Rusya û Emerîka yên ku hevpeymana agirbestê ya bi Tirkiyê re di sala 2019 an de imze kirin, dikin ku rê li ber êrişên dewleta Tirk bigrin û li hemberî biryara xwe rêzdar bin. Di heman demê de em bang li Netewên Yekbûyî û civakên navdewletî dikin ku berpirsyariyên xwe pêk bînin, dagirkirin û destwerdanên dewleta Tirk ên li ser xaka Bakur û Rojhilatî Surî bi dawî bikin. Em sersaxiyê ji malbatên şehîdên ku bûn qurbaniyên belafirên keşfê dixwazin û soz didin ku em ê li ser şop û xeta şehîdan bin, ji ber ku ew rêberên tekoşîna me ne."
"Armanca dewleta tirk ku herêma me wek Efrîn, Serê Kaniyê û Girê Spî dagir bike"
Endama Desteya Ciwanan û Werzîşê Yara Nebî ya beşdarî meşê bûbû wiha got: “Em îro daketin kolanan ji bo êrîşên dewleta Tirk a dagirker ku bi rojane êrişî xakên Bakûr û Rojhilatê Sûriyayê dike. Em wek ciwan û gelê Kurd tu carî dev ji welatên xwe bernadin, em ê her tim li qadan bin, ji top û belafirên dewleta Tirk natirsin. Armanca dewleta tirk ku herêma me weke Efrîn, Serê Kaniyê û Girê Spî dagir bike."
Meş bi dirûşmeyan bi dawî bû.