Gelê Îranê piştgirî dide serhildanê

Li gorî anketa Koma Rapirsiya Îraniyan ji sedî 75’ê gelên li Îranê dijîn piştgiriyê didin serhildanên bi pêşengiya jinan.

Navenda Nûçeyan – Koma rapirsiyê ya ku navenda wê li Hollandayê ye (GAMAAN) encamên rapirsiya xwe ya li ser Îraniyên li hundir û derveyî Îranê dijîn eşkere kir. Zêdeyî 200 hezar kes beşdarî anketa ku di navbera 30’ê Kanûna 2022 û 10’ê Çileya 2023’an de bi rêya medyaya dîjîtal hat kirin, bûn. Zêdetirî 158 hezar kes ji hundirê Îranê û zêdetirî 42 hezar jî ji derveyî Îranê beşdarî anketê bûn.

Li gorî encamên anketê ji sedî 80’ê gel diyar kirin ku di referandûmê de wê ji hikûmeta Îranê re bêjin ‘na’. Serhildanên gel ku di meha şeşan de berdewam dikin, ji sedî 81 ê beşdaran piştgiriya xwepêşanderan dikin û ji sedî 67 jî bawer dikin ku xwepêşandan dê bi serkeftî bi dawî bibin. Rêjeya kesên ku difikirin wê serhildan xirab biqede ji sedî 13 hat diyarkirin. Li gorî bersivên Îraniyên ku li derveyî Îranê dijîn ji rapirsiyê re, ji sedî 90 difikirin ku ev kiryar dê encamek erênî derxîne û ji sedî 9 jî fikirîn ku dê encamek neyînî derxe holê.

Ji sedî 80’ê kesên beşdarî rapirsînê bûne diyar kirine ku baweriya wan bi saziyên giştî yên Îranê nayê, ji sedî 75’ê xelkê Îranê jî piştgiriya serhildana gel dikin.