Fûziya Haşmî ya li Bahçeyên Babûrê dixebite: Talîban nikare dengê me qut bike

Fouzia Hashmi ya digel hemû zextên Talîbanê li Bahçeyên Babûrê di dikana xwe de dixebite, diyar kir ku jinên Efgan ji gefên Talîbanê natirsin û got: “Talîban dê nikaribe dengê me qut bike.”

BAHARÎN LEHÎB

Kabul- Bagh-e Babur  a wek Baxçeyên Babûrê tê naskirin, li bajarê Kabul a Efganistanê cîhek dîrokî ye. Bi salan ev baxçe bûye yek ji qadên bêhnvedanê, lê di dema şerê navxweyî de bermahiyên wê yên dîrokî hatine talankirin û wêran bûne. Di sala 2011’an de UNESCO’yê ji bo çêkirina van qadan berpirsiyarî girt ser milê xwe. Baxçeyên Babûr di vê çarçovêyê de hatin çêkirin.

Talîban dijminê jinan e

Piştî ku di sala 2021’an de rêveberiya Efganistanê ket destê Talîbanê, Baxçeyên Babûr li jinan hat qedexekirin. Hemû xebatkarên jin û hinek mêr ji kar hatin derxistin. Li nêzî deriyê parkê dikanên hunerên destan hene ku firoşkarên wan jin in. Beriya rêveberiya Talîbanê 120 jinan li vir kar dikir, lê niha ev hejmar daketiye 20’î.

Ser peykera jin jî girtine

Jinên ku beriya Talîbanê mûçeyên wan baştir bûn, niha bi qasî 6,000 Efganî (mehê 90 dolar) qezenc dikin. Beriya  rêveberiya Talîbanê nêzî 50 hezar mêvanan serdana baxçeyê dikir. Bi girtina baxçe ya li jinan re ev hejmar rojane naghê 10 kesan jî. Her wiha di beşeke baxçe de peykerek jî heye ku sergirtî ye û destûr nayê dayîn ku mêvan wê bibînin.

Her roj di bin zextê de ye

Fûziya Haşmî ku li baxçe berhemên destan difroşe, got: “Min jî mîna jinên din ên Efganî, ji Talîbanê bi her awayî zirar dît. Berê nêzî 20 jinan bi min re di berhemên hunerî de kar dikirin, lê niha ji ber qedexeyên heyî, debara min jî nemaye. Ji xeynî min li vir tenê du dikanên jinan hene. Her roj Talîban zextê li me dike ku em derkevin. Lê me soz da ku bi her awayî em guh nedin gotinên wan. Jinên ku dikanên xwe girtin, ji tirsa gefên Talîbanê bêtir zehmetiyên aborî dîtin.”

'Ew ê nikaribin dengê me qut bikin'

Fûziya Haşmî diyar kir ku jinên Efgan ji gefên Talîbanê natirsin û wiha got: “Em hewl didin bi karên biçûk bibin dengê jinên Efgan û dê nikaribin dengê me qut bikin. Ji bilî xwedîkirina dikanekê, ez her roj ji bo zarokên keç ên ku  ji xwendinê bêpar in, kursên perwerdeyê jî li dar dixim. Ez hewl didim li dijî hişmendiya baviksalarî têbikoşim. Talîbanê pêşî nehişt em bikevin nav baxçe. Lê bi israra mezin, em ketin hundir.”