Forûma Jinan a Stenbolê: Em ê desthilata dijminê jinan rêbikin

Ruya Kurtuluş ku di Forûma Jinan a Stenbolê ku ji aliyê Jin Bi Hev Re Bihêz In ve hat li darxsitin de axivî, got, “Em ê desthilata vê dijminê jinan rêbikin, divê em rêbikin. Em neçar in ku ji vê mêrê û hemuyan xilas bibin.”

Stenbol- Jin Bi Hev Re Bihêz In (KBG) bi dirûşmeya ‘Wê serhildana jinê bide guherîn’ li Navenda Çand û Hûnerê ya Nazim Hikmet a şaredariya Şişlî Forûma Jinan a Stenbol li dar xist. Riya ku digihe navenda çandê ya ku forûm lê hat li dar xistin bi alên xemir hatin xemilandin û li salonê pankartên ku li ser nivisên ‘Wê serhildana jinê bide guherîn’, ‘Mêr dikuje, dewlet di parêze’ , ‘Em LGBTI ne em azad in’, ‘Em dest ji hevpeymana Stenbolê bernadin’, ‘Diyanet û cemaat, tarîqat destê xwe ji jiyana me bikêşe’ hat daliqandin.

Jinan li ser panoya ku li ser “Hevdîtina Senbolê ya Jin Bi Hev Re Bihêz In 2023” peyamên ku ew dixwazin sala 2023 paş de bihêlin daliqandin. Beriya Forûmê sînevîzyona ku têkoşîna KBG û çalakiyên jinan vedibêje hat temaşekirin.

Di forûmê de destpêkê Endama KBG Selin Top axivî û bal kişand li ser avakirina KBG û diyar kir ku 2’ê Sibata 2017’an de bi civîna ku li darxistin de dest bi têkoşînê kirin. Selîn Top destnîşan kir ew bi gelek jinan ‘Jin Bi Hev Re Bihêz In’ didomînin.

‘Divê li dijî van êrîşan em bi hevre bi sekinin’

Piştî axaftina Selin Top endama Em Jin Bi Hevre Hêzên Ruya Kurtuluş mafê axaftinê girt û diyar kir ku têkoşîna jinê ya azadiyê li Tirkiye di sala xwe ya 5’an de ye. Ruya Kurtuluş anî ziman ku ji roja destpêkirinê heya niha ew wek Jin Bi Hev Re Bihêz In her pênçşem kom dibin û bal lê kişand ku di rojê pandemiyê de jî wan bi riya online hevdîtin pêk anîne. Ruya Kurtuluş wiha domand: “Di wan hevdîtinan de me got ‘Wek jin sala li pêşiya me ne salek e ji rêzê ye, em dizanin ku ji bo welatê me sala diyarkirina qederê ye. Emê li gor vê plansaziyan çêbikin’.

‘Bi milyonan jin li gel me ne’

Ruya Kurtuluş a got ku di pêvajoyê referandumê de wan ‘Jin Bi Hev Re Bihêz In’ damezrandine, anî ziman ku ji wê rojê heya niha ew li ber xwe didin û wiha got:

“Em ketin nav pêvajoyekê girîng. Li pêşberî me hilbijartinekê heye. Me li ser vê yekê axivî ku dê ev hilbijartin asayî derbas nebe, di derfetên asayî de pêk neyê û ji Erdogan li ser desthilatê bimîne dê her cûre riyê biceribîne. Dema ku ji peymana Stenbolê xwe kişandin me got ku ‘ji bo me xilas nebû’ û bi rastî jî bi dawî nebû. Ji wê rojê heya niha li dijî ferzkirinên desthilatê û faşîzmê em parastina mafên xwe, jiyana xwe didomînin. Bi milyonan jin dibe ku bi awayê fîîlî ne li gel me bin, lê bi hestê xwe, bi fikrên xwe bi xwedî derketina li mafên xwe li gel me ne û em bi hev re têdikoşin û emê bi hev re têkoşînê bidomînin.”

Piştî axaftinên destpêkê forûm bi awayekê ji ragihandinê re girtî dom kir. Jinan paşê dê deklerasyona forûmê bi raya giştî re parvebikin.