Fermandara YPJ'ê: Di Operasyona Mirovî û Ewlehî de têkiliya DAIŞ’ê û Tirkiyeyê derket pêş

Fermandara Meclisên Leşkerî yên Herêma Cizîrê Evînar Dêrik qonaxa duyemîn a Operasyona Mirovî û Ewlehî ya Kampa Holê nirxand û teqez kir ku careke din têkiliyên DAIŞ û Tirkiyeyê di vê operayonê de derketine pêş.

Hesekê- Kampa Holê yek ji kampên herî xeternak e di cîhanê de, lê 52 welatên ku hemwelatiyên wan endamên DAIŞ'ê ne wan nagrin û ev yek barê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê giran dike. Ji lewre di vê kampê de bûyerên kuştin, revandin, îşkencekirina kesan di vê dema dawî de zêde bûne. Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi destekdayina Yekîneyên Parastina Jin YPJ û Hêzên Sûriyeya Demokratîk di 25'ê Tebaxê de qonaxa duyemîn a Operasyona Mirovî û Ewlehî li Kampa Holê dan destpêkirin. Têkildarî vê mijarê Fermandara Meclisên Leşkerî yên Herêma Cizîrê Evînar Dêrik ji ajansa me re axivî.

Bîrdoziyeke xeternak e

Evînar Dêrik got ku kesên dixwazin xwe ji riya DAIŞ'ê qut bikin dibin hedef û wiha dom kir: "Bîrdoziyek herî xeternak di vê kampê de heye û herî zêde bandora wê li ser nifşên nû ango zarokan çêdibe. Her wiha zarok bi vê hişmendî û bîrdoziya DAIŞ'ê perwerde dibin û tên mezinkirin. Di konên vala yên ku ji bo perwerdeya şerîetê dihatin bikaranîn de jî ev yek piştrast bû. Di heman wextê de jî herî zêde bi riya jinan dixwazin vî fikrê bidin domandin. Armanca Operasyona Mirovî û Ewlehiyê jî ew e ku xeteriya heyî êdî bi dawî bikin. Ji ber ku ev xeterî hemû cîhanê digre nava xwe."

Têkiliya DAIŞ û Tirkiyeyê

Evînar Dêrik got ku di vê operasyonê de dîsa belgeyên ku têkiliyên DAIŞ û Tirkiyeyê piştrast dikin hatin dîtin û wiha pêl da gotinên xwe: "10 salan şerê li dijî terora DAIŞ'ê hatiye kirin lê belê terora ji DAIŞ'ê mezintir ku wan birêxistin dikin jî hene. Gelek belgeyên ku di operasyonê de hatin girtin têkiliya DAIŞ û Tirkiye û MîT’a tirk derxist holê. Şerê ku li Hesekê rû da dîsa derket holê ku destên MîT’a Tirkiyeyê tê de hebû ku xwestin bajarê Hesekê bixin bin kontrola xwe. Hinek belge wekî cil û alên Tirkiyeyê hatin dîtin û di demên pêş de wê ji raya giştî re were jî were eşkerekirin."

"DAIŞ'ê li ser asteke navdewletî xwe dabû birêxistinkirin"

Evînar Dêrik da xuyakirin ku operasyon encamên baş digre û wiha dirêjî da gotinên xwe: "Operasyon didome, encamên baş bi xwe re aniye. Gelek çete hatine girtin û tûnel hatine dîtin û xirakirin. Di van tunelan de wekî cihê xweveşartinê û cihê veşartina çekan dihat bikaranîn. DAIŞ li Sûriye û Iraqê hatine dîtin û şer li hemberî wan hatiye meşandin. Lê DAIŞ'ê li ser asteke navdewletî xwe dabû birêxistinkirin û hemwelatiyên gelek welatan di nav de cih digrin."

"Berpirsiyariya Kampa Holê navneteweyî ye"

Evînar Dêrik wiha axaftina xwe bi dawî kir: "Li ser asteke navdewletî bangewazî hatiye kirin ku hemû welat hemwelatiyên xwe yên DAIŞ'ê bigrin. Ji ber ku çiqas Hêzên Sûriyeya Demokratîk QSD'ê berdelên giranbuha dan û têkoşînek li dijî çeteyan çêbû jî ev tenê têrê nake. Berpirsiyariya Kampa Holê navneteweyî ye, ji ber wê jî xebatekî wiha pêwîst dike ku vê terorê têk bibe."