Federasyona Girtiyên Siyasî serhildanên li Rojhilat silav kir

Federasyona Girtiyên Siyasî ya Kurdistanê bi daxuyaniyek piştgirî da serhildana gelê Rojhilatê Kurdistanê û sûcên rejîma Îran yên li dijî jinên Kurd û gelê Kurd bi tundî şermezar kir.

Navenda Nûçeyan- Jîna Emînî ya 22 salî ya xelkê bajarê Saqiz ê Rojhilatê Kurdistanê dema ku ji bo geştiyariyê berê xwe da Tahranê ji aliyê rejîma Îranê ve ji ber hicabê hat girtin û îşkence lê hat kirin. Ji ber îşkenceya ku le hat kirin wê rakirin nexweşxaneyê li wê derê jiyana xwe ji dest da. Ev kiryarên rejîma Îranê yên li hemberî jinan bûn sedema nerazîbûnên gelê Rojhilat, her çar parçeyên Kurdistan û cîhanê helwesta xwe nîşan dan. Piştgiriya ji bo serhildana li Rojhilatê Kurdistan û Îranê ya li dijî qetilkirina jina ciwan a Kurd Jîna Emînî, roj bi roj mezin dibe. Federasyona Zindaniyên Siyasî ya Başûrê Kurdistanê bi daxuyaniyek piştgirî da serhildana gelê Kurd a li Rojhilatê Kurdistanê.

Banga piştgiriya serhildanê

Federasyonê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku ew bi jinên leheng ên Kurd ku teslîmiyetê qebûl nekirine, serbilind in û wiha hat gotin: “Xwîna hemû kesên di van rojên borî de li bajarên Rojhilatê Kurdistanê şehîd bûne, bû havênê şoreşek sivîl û hêvî da me. Em piştgiriya daxwazên rewa yên gelê xwe yê Rojhilatê Kurdistanê ên ji bo ruxandina rejîmê û gihîştina armancan, dikin. Em bang li hemû partî, sendîka û rêxistinên Kurdistanê dikin ku piştgirî bidin xebata rewa ya tevgera civakî ya li Rojhilatê Kurdistanê.”