Faîlê qirkirina jinan ‘mêr-dewlet’ e

Tora Têkoşîna li dijî Şîdetê ya Amedê bi daxuyaniya helwesta xwe ya li hemberî kuştinên jinan nîşan da û got: "Em ê li dijî komkujiyan têkoşîna xwe mezin bikin."

Amed - Di rojên dawiyê de li Şirnex, Xarpêt, Wan û Amedê qetilkirinên jinan zêde bûne. Tora Têkoşîna li dijî Şîdetê ya Amedê, ji bo balê bikişînin ser qetilkirina jinan li Qada Deriyê Ciyê ya Amedê, daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de li ser navê jinan, endama Lijneya Komeleya Jinan a Rosayê parêzer Berfîn Polat metna daxuyaniyê xwend. Berfîn, da zanîn ku di 15'ê gulanê de li Silopiya Şirnexê Sakîne Kultur bi hovane hat qetilkirin û got: "Sakîne 4 salan bi şîdetê re rûbirû maye û her dawiyê jî hat qetilkirin. Remziye Apaydin li Xarpedê 6 meh in widaye û cenazeyê wê ya binaxkirinî hat dîtin. Her wiha li gorî lêkolînên ku ji hêla rayedaran ve tên kirin jin bi îşkenceyê re rûbirû dimînin û piştre tên qetilkirin."

“Li vî welatî her roja diçe kuştinên jinan qat bi qat zêde dibe”

Parêzer Berfîn bal kişand ser şîdeta sîstematîk a li hemberî Sûna Pek a ku li Rêya Armûşê ya Wanê dijî: "Suna ji aliyê Yunus Pek ve hat qetilkirin û ev qetilkirin di çapemeniyê de cih girt. Duh li navçeya Yenîşehîra Amedê Şule A.T, ji ber ku xwest ji E.T weqete ji hêla E. ve hat qetilkirin. Li vî welatî tundiya li ser jinê û kuştina jinan her roj qat bi qat zêde dibe. Her roj nûçeyên jinên ku rastî îşkence, lêdan, kuştin, destavêtin, întîxar û fuhûşê tên û hatine windakirin tên. Û her roj, em dixwînin û dibin şahidê derketina cihêkarî, neheqî û şêwazên nû yên şîdetê di pêvajoyên îdarî û dadwerî de. Em jin dibînin ku lêpirsîn bi bandor nayên kirin, qanûn nayên pêkanîn û polîtîkaya bêcezakirinê feraseta mêr-dewletê wekî mekanîzmaya herî xurt a 'kuştina jinê' ya vê pergalê xurt kiriye."

Parêzer Berfîn, da zanîn ku qirkirina jinê derketiye astek din û wiha bi lêv kir: "Polîtîkayên li dijî kurd û jin tenê civakan ji hevdû dûr dixe. Di heman demê de li bajarê me bi cesareta ku ji dewletê distîne, di nav dezgehên fermî, nefermî, paramîlîter de li dijî jinên kurd her cure şîdetê dimeşîne. Em dizanin ku ev bûyer ne yekane ne û bi girtina sûcdarekî jî bi dawî nabin û bi awayekî sîstematîk ji aliyê rêxistineke çete ve hatine çêkirin. Em dizanin ku ev zîhniyeta qirêj weke polîtîkayeke dewletê tê hilberandin û kiryaran bi awakî eşkere ji aliyê hemû mekanîzmayên îdarî û dadwerî ve tên parastin. Bi hezaran sûcdarên şîdetê bi efû, rêziknameyên qanûnî tên berdan. Ji bo civakê jî bixapînin çend guhertînên qanînî dikin û civakê manîpule dikin."

Berfîn diyar kir ku yên ku dixwazin Peymana Stenbolê bê terikandin, hevparê van cînayetan in û got: "Ji Mûsa Çîtîl bigire heta Mûsa Orhan navê wan guheriye, lê feraseta wan yek e; Em sûcdarên şîdetê yên ku têne parastin ji ber ku ew karbidestên gelemperî ne nas dikin. Li hemberî her kesî me li qereqol, edliye, qad û kolanan ji bo eşkerekirina rastiyan şer kir. Em feraseta milîtarîst û mêraniyê ya ku li bajarên me bi polîtîkayên şerê taybet jinan dike hedef, qebûl nakin! Ji ber ku jin bi van hemû polîtîkayan re hewl didin xwedî li hev derkevin, em hêrs in û em ê bi biryardarî têkoşîna xwe mezin bikin."

Daxuyanî bi dirûşma "Bijî berxwedana jinan" û "Jin jiyan azadî" bi dawî bû.