Emrekî bi berxwedanê dagirtî: Piştî 30 salên girtîgehê têkoşîn didome
Hacer Yûsiv Xelîl a ku piştî 30 salan ji girtîgehên dewleta Tirk a dagirker tê berdan, da zanîn ku piştî paradîgmaya ‘Kurdistanek serbixwe’ îro divê herkes ji bo pêvajoya nû ya Aştî û Civaka Demokratîk bixebite.
SORGUL ŞÊXO
Qamişlo – Di girtîgehên dewleta Tirk a dagirker de bi hezaran girtiyên siyasî yên Kurd hene. Yek ji wan girtiyên siyasî ku piştî 30 salên bi têkoşîn derbas bû hate berdan, Hacer Yûsiv Xelîl e. Hacer Xelîl li ser salên ku di girtîgehê de ma, binpêkirina mafan û rêbazên îşkenceyê ku li jinan û girtiyên din dibin, zindî hiştina rihê serhildan û berxwedanê û têkildarî pêvajoya nû ji ajansa me re axivî.
‘Ji têkoşîna derve qutbûyîn çênebû’
Hacer di destpêka axaftina xwe de wateya zindanê ji bo jinên Kurd wiha da nasîn: “Zindan ji bo jinên Kurd, berxwedan û çanda wê gelek wateyan lê bar dike. Ger her roj em wateyê nedin hebûna xwe ya di zindanê de, em ê zindanê ji xwe re bikin zindanek din. Pergala desthilatdar bi zindanê re dixwazin mirov ji rêgezan dûr bixin û xwesteka azadiyê paşve vegerînin. Her çiqasî me nedikarî têkoşîna li derveyî girtîgehê bişopînin jî, jêqutbûyîn jî çênedibû.”
‘Sax diçûn birîndar vedigeriyan’
Hacer wiha behsa kêliyên çûyîna dadgehê dike û dibêje: “Ji bo me çûyîna dadgehê di kîjan roj, meh û salê de be divê me li gorî wateya wê, ya xwe bigota û vegeriyana. Dema ku me ya xwe digot îşkenceya fîzîkî, heqaret, zayendperestî, biçûkxistina me wekî netew û jin, li me dihat kirin. Bi diruşmeyan me bersiva îşkenceyê dida. Em sax diçûn dadgehê û birîndar vedigeriyan. Tirkiye dewleta duyemîn e di NATO de ye, lê ji bo guhdarkirina du an sê kesan di dadgehên xwe de sebra wî tuneye.
Şopandina mîrate û jiyana ku Sakîne Cansîz û Mezlûm Dogan afirandî
Hacer da zanîn ku her serdemek her salek û mehek tiştên nû bi xwe re dianîn û wiha pê de çû: “Ji girtin heta berdana min ti carî me rihê berxwedana Sakîne Cansiz, Mezlûm Dogan, Ferhad Kurtay, berxwedana 14’ê Tîrmehê kêm nekir. Me nehişt ku planên dagirkeriyê biser bikevin û jiyana me ya bi berxwedana hevalên pêşîn hatiye afirandin, belav bibe.
Ji bo jinekê divê bersiva ‘Ez çima ketim zindanê?’ bidîta
Hacer li şert û mercên zindanê ji bo jinan tê çi wateyê, wiha got: “Pêwîst e ku berî her tiştî jin bersiva vê pirsê bibîne: Ez çima ketim zindanê? Ger tu ji bo jinên Kurdistanê, Rojhilata Navîn, cîhanê û netewên din têbikoşî, di oxira têkoşîna ku gerdûnî bûye de ketiye zindanê. Mirov piştî van perçeyek xwe dibîne û hîs dike, zindanan biçûk dike û dinyaya xwe fireh dike. Tevgera Apoyî di nav dîroka cîhanê de tevgerek nûjen e, ji bo wê jî divê em layiqî wê bin. Kurdên li Kurdistanê û li her welatê lê dijîn, li dora tevgera Apoyî divê bibin xelek. Ji bo tunekirina tevgera me ya azadiyê li derve û di hundir zindanê de jî, heman tişt dihat meşandin. Bi her rêbazî dewleta Tirk dixwaze poşmaniyê bi girtiyan bide jiyîn. Mînak tu jinek î, li vir çi dikî? Qey ev têkoşîn bi te maye, jiyana te hemû di zindanê de derbas bûye. Van rêbaz û rêbazên jê ziravtir jî didin meşandin.”
‘Em ji bo jinên Tirk jî têdikoşin’
Hacer got ku li Tirkiyeyê jin bi her awayî reklam e û hestên xwe yê wê demê bilêv kir: “Em ji bo van jinên Tirk ku bûne reklam jî şer dikin û têdikoşin. Bi şoreşa Kurdistanê re em ê van jinan bidin hesandin ku jiyanek wan jî heye, jiyana li wan tê ferzkirin ne ya wan e, ya kapîtalîzmê û dagirkeriyê ye. Dema ku em li van jinan dinhêrin rihê me yê têkoşînê hîn xurtir dibe û berpirsyariyên me zêdetir dibin. Ji lewra divê ku jin kêliyên di zindanê de û heta bi dîwarên wê wateyê bide. Ger em wateyê nedin dîwarên zindanê em ê ji wateya jiyana xwe dûr bikevin.
Sedema ku berê me wekî jin kom bi kom dixistin zindanê û paşê me ji hev qetandin û her yek li hucreyekê hiştin, bê îrade hiştina jinê bû. Lê bi watedayina dîwarên zindanan me ev zehmetî vediguherand hêzeke hundirîn ku xwe birêxistin û perwerde bikin. Me Rêber Apo, rastiya xeta jiyana azad û jina azad bêtir fam dikir.”
Çima ji derveyî berxwedanê jiyanek din tercîh nekir?
Hacer bersiva pirsa ku çima wê ji derveyî berxwedanê di girtîgehê de tiştekî din tercîh nekir da û wiha got: “Piştî ketina Rêber Apo ya hucreya yekkesî û bi salan ji gelek mafên xwe bêpar mayîna wî, min nedikarî bêjim ku ez di girtîgehê de zehmetiyan dikşînim. Di nîqaşan de me digot em li vir çend heval li dora me hene, yek nexweş bibe em tasek av bidin wê/î lê serokatî? Dema ku me ev hîs dikir û dihizirîn, me nedikarî ji derveyî berxwedanê jiyanek din tercîh bikin. Di rih de ji Serokatî qutbûyîn çênedibû. Tevî têkoşîna ewqas sal me nedikarî Rêbertiya xwe derxînin, lê dîsa wî em derxistin. Ev ji bo me di hundir de hejandinek çêkir û mijara rexnedayînê ye.”
‘Grevên birçîbûnê amûrekî zextê û xwe gihandina Rêber Apo bû’
Hacer û hevalên xwe ji bo ku dengekî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bibhîzin grevên biçîbûnê didan destpêkirin. Hacer li ser vê mijarê wiha got: “Pergala ku li dijî Rêber Apo tê meşandin gilobal e, ne tenê dewleta Tirk e. Polîtîka hêzên navneteweyî diyar dikin û dewleta Tirk nobeta Rêber Abdullah Ocalan digre. Ji lewra divê bi armanca azadiya fîzîkî ya Rêbertî em bêtir bixwînin û bizanibin em kî ne, ji ku ne, diçin kuderê û armanca min çi ye. Her wiha çiqasî xwe dighînim jinên cîhanê, Rojhilata Navîn û Kurdistanê.”
Danûstandinên jinên girtîgehê û derve qut kirin
Hacer zextên dagirkeriya Tirk di veqetandina jinan a ji hev û nivîsandina ji hev re wiha bibîr dixe: “Girtiyên jin yên di hundirê girtîgehên Kurdistanê, Tirkiyê û derveyî wê de jî ji hev re peyam dinvîsandin û dişandin. Lê di salên dawî de ev derfet û têkilî jî qut kirin. Dostên me yên li Rojhilata Navîn û Ewropayê û jinên enternasyonal ku ji me re dinvîsandin, me bersiva wan dida. Dagirkerî li hember vê danûstandinê astengî çêkir û rê qut kirin.”
Çawa piştgiriya Rêbertiya xwe dikirin
Hacer qala piştgiriya bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re kir û got: “Rêyek din me xwest dewam bikin, nivîsandina peyaman ji Rêberê xwe re bû, lê belê peyamên me nedigîştin wî. Her rojên Înê ji bo Rêber Apo diruşme tên avêtin. Ji wezîrê dadgehê re peyama ku em şert û mercên Rêbertiya me tê de ye qebûl nakin, dişand. Her çiqasî dewletê dixwest Rêber Apo bi me bide jibîrkirin jî me bi çalakiyên xwe her wî di hiş û giyanê xwe de zindî dihişt. Me wiha kir ku Rêber Apo bi me re di zindanê de jiyan dike.”
Bi qasî îşkenceya fîzîkî ya berê niha îşkecneyên derûnî hene
Hacer îşaret li îşkenceyên li gorî serdemên wê tê kirin kir û got: “Her serdemek zehmetiyên wê cûda bûn, biqasî îşkenceyên fîzîkî yên berê hebûn niha îşkenceya derûnî tê meşandin. Piştî salên 2000’î hevrêyên me hîn bi êrîşên fîzîkî re rû bi rû diman. Gelek hevalên me ji ber îşkenceyê şehîd xistin, hin hevalan dawî li jiyana xwe anîn.”
Ji girtîgehên dagirkeriyê qêrînên bi agirê tolhildanê
Hacer da zanîn ku ti roj wekî roja dîlgirtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tuneye û wiha behsa wê demê kir: “Heval Xalid Uran dest bi çalakiya ‘Hun nikarin roja me tarî bikin’ kir û çalakiya fedayî pêk anî. Hîn ew pêvajo bi roj û kêliyên xwe zindî ye û hîs dikim. Ji ber her roj zindan dişewitîn û hevalên ku dixwestin helwesta xwe diyar bikin canê xwe didan ber agir. Her tişt li dora ku em çawa tolê rakin digeriya.
Lê çalakiya Heval Rotînda û Kurdê yê herî bibandor bûn, em bi dengê diruşmeyên wan bi xwe hesiyan. Heval Kurdê şehîd bû lê Heval Rotînda birîndar bûbû. Me bi birîndariya wê anî nav xwe, heta derî vekirin û av lê kirin. Paşê piştî radikin nexweşxaneyê şehîd dibe. Ev hemû kêliyên pir dijwar bûn.”
Ji Kurdistanek azad û serbixwe ber bi paradîgmaya Netewa Demokratîk
Hacer balkişand ser paradîgma û pêvajoya ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di destpêka têkoşîna çekdarî de destpêkirî û wiha dewma kir: “Piştî daxwaza Kurdistanek serbixwe, me tiştek ji dewletê mezintir xeyal kir û xwest. Em dixwazin bi Netewa Demokratîk û Konfederalîzma Demokratîk ya Rojhilata Navîn re bi gel û netewên cûda re, bi awayekî azad û wekhev bijîn. Armanca welatek demokratîk û Kurdistanek azad pir hêsan û kûrahî nehatibû fam kirin. Ji lewra di dewletekê de ger netewên wê ne azad bin, çi wateya dewletê dimîne? Ereb, Tirk û Faris jî bindest in di dewletên xwe de.
Bi derbasbûna ji netew-dewletê ber bi Netewa Demokratîk û konfederalîzma demokratîk a Rojhilata Navîn û Kurdistanê ve, meyzekirina me ya li cîhanê hîn kûrtir û firehtir bû. Têkoşîna îro di vê serdemê de dibe ne tenê ji bo me, ji bo giştî cîhanê ye. Mirovahî di bin zehmetiyên herî dijwar de dijî û nirxên civakê tê binpêkirin. Bi avakirina Kurdistanek azad û Sûriyek demokratîk, Bakur û Tirkiyeyek demokratîk, Başûr û Îraqek demokratîk, Rojhilat û Îranek demokratîk wê giyanên cangoriyên ku ev xeyal dikirin, rihet bikin.”
Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk
Li ser pêvajoya 27’ê Mijdarê ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi paradîgmaya Aştî û Civaka Demokratîk destpê kirî de jî Hacer wiha nêrîna xwe bi van gotinan parve kir: “Di 27’ê Sibatê de serdemek nû destpê kir. Bi nêrîna min tişta ku Rêber Apo ji me di pêvajoyên berê de gotibû bikin, me nikarîbû kiriba, niha wî dest bi pratîka wê kiriye. Ji lewra ji nan û avê zêdetir di navxweyî de xwe birêxistin kirin ji me re pêwîst e û avakirina yekîtiya gelan bingeh e.
Ger em Tirkiyê, Îraq û Sûriyê demokratîk bikin em ê kesên di nav de dijîn jî bi fikra Netewa Demokratîk birêxistin bikin. Dibe ku dereng be, lê wê çêbibe. Kapîtalîzma ku gel, civak, çand û ehlaq berovajî kiriye, Rêber Ocalan ji nû ve wan ava dike û dixke xizmeta hemû gelan û netewan.”