Emine Şenyaşar: Heyf û mixabin!

Emîne Şenyaşar bi van gotinan bertek nîşanî Wezîrê Karên Hundir a dewleta Tirk Suleyman Soylu da: “Hûn çima dîmenên ku malbata min hatibû qetilkirin nabînin?”

Riha – Çalakiya "Nobeta Edaletê" ya Emîne Şenyaşar û lawê wê Ferît Şenyaşar di 9’ê adara 2021’ê de li pêşiya Edliyeya Rihayê dane destpêkirin di roja xwe ya 567’emîn de ye.

Malbata Şenyaşar, di saetên serê sibehê de ji Pirsûsê hat ber deriyê Edliyeya Rihayê û li ser derenceyan dest bi nobetê kir.  Emîne Şenyaşar bertek nîşanî Wezîrê Karên Hundir ê Tirkiyeyê Suleyman Soylu û Parlamanterê AKP’ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz da ku ji bo Mîhrîcana Hinaran hatibûn Pirsûsê û wiha got: “Hûn çima dîmenên qetilkirina malbata min nabînin? Dîmenên me li ku ne? Malbatek li nexweşxaneyê çawa tê qetilkirin? Tu sûceke me nîne. Hûn çawa bi kesên ev komkujî kirin re tên ba hev?”

“Zilma darazê berdewam dike”

Malbata Şenyaşar li ser hesabê xwe yê medyayê ev peyam parvekir: “DAYİKEK 567 roj in li ber deriyê Edliyeya Rihayê ji rayedaran edalet dixwaze. Em gotinek nabînim ku bibêjin. Heyf û mixabin! Ji dozger û dadwerên ku sernavê komarê bikartînin, edaletê pêk naynin... Kabîneya Serokomariyê dicive, zilma darezê berdewam dike.”