Emîne Şenyaşar derdikeve pêşberî dadger

Emîne Şenyaşar a ku hevjîn û 2 kurên wê ji aliyê parêzvan û xizmên wekîlê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin qetilkirin, ji ber gotinên di Nobeda Edaletê ya 18 meh in didomîne de derdikeve pêşberî dadger.

SADIYE ESER

Riha - Nobeta ‘edaletê’ ya Emîne Şenyaşar a ku 14'ê Hezîrana 2018'an di encama êrîşa parêzvan û xizmên wekîlê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz de hevjîn û 2 kurên wê hatibûn qetilkirin li gel kurê xwe Ferît Şenyaşar ê ji êrîşê bi birîndarî rizgar bûbû, di 9’ê Adarê de li ber Edliyeya Rihayê dabû destpêkirin, berdewam dike. Heta niha ji bo Emîne Şenyaşar a ku 18 meh in di lêgerîna edaletê de ye, ji ber gotinên di nobeta edaletê de gotibû bi hinceta "heqaret" kiriye 15 lêpirsînên cuda hatin vekirin. 5 ji van lêpirsînan veguherîn dozan, danişîna yek ji van dozan dê îro bê dîtin.

Dê derkeve pêşberî dadger

Emîne Şenyaşar di roja 85’emîn a Nobeta Edaletê (2’yê hezîrana 2021’an) de ji bo Suleyman Soylu peyva “soysuz” bi kar aniye û bi hinceta “ji ber peywira dike, heqaret li peywirdarê cemaweriyê kiriye” derkeve pêşberî dadger. Doza ku di encama lêpirsîna der heqê Emîne Şenyaşar de hatiye vekirin û dosyaya bi hinceta “heqaret li Îbrahîm Halîl Yildiz” kiriye hatiye vekirin û li 2’yemîn Dadgehên Cezayên Giştî hatiye vekirin, kiribûn yek. 

Kê zarokên min kuştin?”

Emîne Şenyaşar ji ajansa me re axivî, diyar kir ku 2 sal in daxwaza edaletê dike û wiha got: “Zilm li me dikin. Bi vekirina dozê zilma xwe hîn zêdetir dikin. Bila dev ji zilmê berdin. Êdî bes e. Kê zarokên min kuştin? Yên ku birîndaran di ambûlansê de perçe dikin kî ne? Yên ku mirin em in, yên girtî jî em in. Êdî bes e, bila kurê min berdin. Hikûmet nîn e, dewlet nîn e. Bila doz li min venekin. Doza min nekin. Ev dewlet û hukûmet çawa ye. Bila qeydên nexweşxaneyê derxin û li wan binêrin ka çiqas zilmê li me dikin. Em dixwazin hemû kes bi me re bin. Em spasiya kesên ku li cem me sekinîn dikin.” Emîne Şenyaşar a bi gotinên “Zarokên min kuştin. Dilê min şewitandin”, axivî bi van gotinan qîriya: “Bila dadger û dozger bersivê bidin kê zarokên min kuştin.”

5 dozên cuda

Li aliyê din polîsan, di roja 157’an ya Nobeta Edaletê (12’ê Tebaxa 2021’ê) de, bi hinceta ku li bariyerên li ber edliyeyê pankart daliqandine, êrîşî Emîne Şenyaşar û lawê wê Ferît Şenyaşar kirin. Ji ber gotinên di kêliya êrîşê de gotiye, parêzerê Îbrahîm Halîl Yildiz a AKP'yî di 7'ê Îlona 2021'ê de der barê Emîne Şenyaşar de bi hinceta "heqaret" û "îftîra" li Serdozgeriya Komarê ya Rihayê serlêdana sûc kir. Di daxwaznameyê de hat xwestin ku der barê Emîne Şenyaşar de ji ber gotinên wê doza giştî bê vekirin. Di çarçoveya lêpirsîna ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Rihayê ve tê meşandin de der barê Emîne Şenyaşar de di 2'ê Adara 2022'an de îdianame hat amadekirin.

Di îdianameya ku ji aliyê 4’emîn Dadgeha Ceza ya Asliyeyê ya Rihayê ve hat qebûlkirin de, daxwaz kir ku Emîne Şenyaşar bi Qanûna Ceza ya Tirk 126, 125/1, 125/3.a, 125/4, 53/1 (ji ber peywira dike, heqaret li peywirdarê cemaweriyê kiriye) û Qanûna Cezayê ya Tirk ya bi hejmar 5237 TPC a xala 53’an (ji ber sûcê bi qestî pêk hatiye cezayê girtîgehê) bê cezakirin. Di doza ku di 17'ê Gulana 2022'an de bi prosedureke hêsan hat dîtin de ji Emîne Şenyaşar re "cezayê pere yê edlî" hat dayîn. Heyeta dadgehê li ser îtîraza parêzerên malbata Şenyaşar dev ji doza hêsan berdan û dîroka danişînê wek 13'ê Îlonê hat diyarkirin. Der barê Emîne Şenyaşar de bi heman hincetê 15 lêpirsînên cuda hatin destpêkirin. 5 ji van lêpirsînan veguherîn dozê. Der barê Ferît Şenyaşar de jî bi heman hincetê 5 lêpirsînên cuda hatine vekirin.