Li dijî êrişan li Qamişlo û Hesekê çalakî hatin lidarxistin

Malbatên şehîdan ên bajarê Qamişlo- Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji ber bêdengiya Amerîka û Rûsyayê li dijî êrîşên dewleta tirk li pêşiya nûnertiya Rûsyayê çalakî li dar xistin. Li Hesekê jî hevjînên şehîdan li ber navenda koalîsyonê daxuyanî dan.

Qamişlo/Hesekê- Dewleta tirk a dagirker ji 19’ê Mijdarê ve binesaziya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tevî nexweşxane û dibistanan bi riya balafirên şer bi dijwarî topbaran dike. Îro bi armanca şermezarkirina bêdengiya welatên pêwendîdar û navneteweyî li ser sûcên dewleta tirk ên hovane, dayik û hevjînên şehîdan ên bajarê Qamişlo- Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li pêşiya nûnertiya Rûsyayê ya li bajarê Qamişloyê çalakî li dar xistin.

‘Em ji tang û topên dewleta tirk natirsin’

Zîn Emîn ji bajarê Qamişlo- Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye û yek ji çalakvanan e, dibêje ku ew ji tang û topên dewleta tirk natirsin û wiha dest bi axaftinê kir: “Dewleta Tirk a dagirker ketiye ber nefesa xwe ya dawî, emrê wî jî kêm maye, lewre dixwaze tenê xirabiyan bike. Li seranserî Rojavayê Kurdistanê bêyî ku hêzên leşkerî hedef bigre, êrîşî herêmên me dike. Dewleta tirk dixwaze asayîşa welatê me hilweşîne û îradeya gelê me bişkîne lewma welatiyan dike hedef. Em dibêjin ku em ji tang û topên dewleta tirk natirsin. Me gelek şehîd di ber vê şoreşê de dane, qelenê azadiyê gelek buha ye. Berxwedan jiyan e û em ê heta dawiyê li ber xwe bidin.”

 ‘Dewletên navneteweyî berovajî prensîbên mirovî tevdigerin’

Zîn Emîn destnîşan kir ku dewletên navneteweyî berovajî prensîbên mirovî tevdigerin û wiha pêde çû: “Hêviyên me ji dewletên navneteweyî şikestine, dewletên navnetweyî dibêjin ku em ji bo mirovan têdikoşin lê berovajî vê yekê li ser rûyê erdê xuya dike. Ev pênc roj in dewleta tirk binesaziya herêmên me bi giranî topbaran dike tevî nexweşxane û dibistanan.”

 ‘Em bang li dewletan nakin, pişta me gelê me ye’

Zîn Emîn diyar kir ku dê bang li welatan nekin her wiha teqez kir ku pişta wan gelê wan e û wiha bi dawî kir: ‘Bila gelê me yê Kurdistanê bêdeng nemîne li hemberî van êrîşan, ev dema hebûn û tunebûnê ye ji bo me wekî Kurd. Bila gelê me li her çar aliyên Kurdistanê xwedî helwest be û piştgiriya gelê Rojava bikin. Em bang li tu welatî nakin, em dizanin ku tiştekî ji bo gelê ma nakin, pişta me û hêviyên me gelê me yê berxwedêr e. Encax bi dostên xwe yên welatparêz û berxwedaniya 44 salan em ê bi ser bikevin û ji bilî vê yekê em tu rê ji xwe re hilnabijêrin.”

Hesekê

Hevjîn û malbatên şehîdan ên Kantona Hesekê û dayikên Aşîtiyê li ber navenda koalîsyon ya ku dikeve navbera Hesekê û Til Temir sekinînin bi daxuyaniyekê bêdengiya wan a li hemberî êrişan şermezar kirin. Daxuyanî ji aliyê Endama Meclisa Saziya Malbatê Şehîdan Guljîn Ehmed ve hate xwendin.

Guljîn Ehmed têkildarî bêdengiya dewletên Navneteweyî li hemberî êrîşên li ser herêmên Bakûr û Rojhilatê Sûriyê wiha anî ziman: “Di şoreşa Rojava de me bedelên herî giran dan da ku em deskeftiyan û doza xwe pêk bînin. Me hevjîn, zarok, bav û birê xwe feda kir. Hêza terorê ya ku cîhan xistibû xeteriyek pir mezin bi fedekariya zarok, hevjînên me bi dawî bûn. Me vê xakê bi xwîna wan parast û gihand vê astê. Îro dewleta Tirk a dagirker êrîşî deskeftiyên me yên pîroz dike, dixwaze şoreşa me têk bibe û gelê me qir bike. Li hemberî van kiryaran hêzên koalîsyon bêdeng mane, gelo çima ev bêdengî? Hun bi bêdengiya xwe hevkariya wan nîşan didin. Em vê yekê qebûl nakin. Me 12 hezar şehîd daye da ku em jiyanek azad li ser ruyê erdê bijîn. Em ne Iraq û Efxanistanin em gelê Bakûr û rojhilatê Sûrî ne, gelê ku ji bo azadiyê perçeyên herî giran buha dan. Îro dewleta Tirk carek din bi van êrîşan destekê dide teror zindî bibe û bi balefiran li kampa Holê dixîne. Pêwiste hun ji warê bêdengiyê derkevin û bi erk û wicdanê xwe rabin. Eger hun vê yekê nekin em we di nava xwe de qebûl nakin.”

Piştî bi dawî kirina daxuyaniyê girûpek ji hevjînê Şehîdan derbasî navendê bûn û daxuyaniyê radestî rêvberiya Navenda kualîsyonê kirin.