"Em hewl didin ku rê li ber bûyerek wek Xiwêranê bigrin"

Rêvebera Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Kampa Holê Sîdar Masûm roja 8'an ji qonaxa duyemîn a Operasyona Mirovî û Ewlehiyê nirxand û got ku ew dixwazin rê li ber bûyereke weke Xiwêranê bigrin.

SORGUL ŞÊXO

Hesekê - Di Kampa Holê de zêdetirî 54 hezar û 390 kes hene, di heman wextê de jî ji sedî 90 ji wan jin û zarok in. Ji ber hebûna malbatên DAIŞ'ê yên ku ji Baxoza Dêrazorê di Adara 2019'an de derbasî kampê bûn, bûyerên qetilkirin, serjêkirin û îşkencekirinê rû dan. Sal bi sal ev bûyer zêde bûn. Ji lewre Hêzên Elwekariya Hundirîn bi piştgiriya YPJ û QSD'ê di Adara 2021'ê de yekem operasyona Mirovî û Ewlehî li dar xistin û bi encamên baş bi dawî bûn. Lê şaneyan dîsa xwe birêxistin kirin û bûyerên hovane domandin. Vê yekê hişt ku  car din Hêzên Ewlekariya Hundirîn di 25'ê Tebaxa 2022'an de dest bi qonaxa duyemîn a Operasyona Mirovî û Ewlehiyê bikin.

Têkildarî mijarê jî Rêveberiya Hêzên Ewlekariya Hundirîn Sîdar Masûm axivî û roja 8’an a operasyonê ku di fêza 4’an de didome nirxand.

"Jinên dixwazin mejiyê xwe ji fikrên DAIŞ’ê paqij bikin rastî kuştinê tên "

Sîdar Masûm di destpêka axaftina xwe de aliyê mirovî yê operasyonê nirxand û wiha got: "Em aliyê operasyonê yê mirovî berî yê ewlehiyê digrin dest, ji ber ku pir girîng e. Dema ku jin tên kontrolkirin, hinek jinên nexweş û yên temenê wan mezin jî tên dîtin. Me ambulansek aniye amade ye, kî jin nexweş bikeve wan derman bikin. Rast e, jinên di vê kampê de tiştên pir xirab jî li dijî me dikin lê ji bo me jin bingehên her tiştî ne û mijareke sereke ye ku em dixwazin bi jinan re vê hişmendiya heyî rakin û bidin guhertin. Ji ber ku ev tiştên tên kirin ne ayîdê xwezaya jinan e. Ev jin jî ketine bin bandora fikrên çeteyan, ji ber wê jî me dest bi qonaxa duyemîn a operasyona mirovî û ewlehiyê kiriye. Dema ku jin dixwazin mejiyê xwe ji fikrên DAIŞ’ê paqij bikin rastî kuştinê tên. Em ê bikaribin van jinan ji vê qirêjiyê xilas bikin."

"Yek ji amûrên îşkencekirina jinan kehrebekirin e"

Sîdar Masûm amûr û alavên ku îşkence pê li jinan dikirin bi bîr xist û got: "Ji derveyî konên perwerdekirina zarokan di warê hişmendiya DAIŞ'ê de, dadgehên ku hatine dîtin alavên ku îşkence pê li jinan dikirin jî hebûn. Yek ji wan alavan jî têlên kehrebeyê bûn, jin bi kehrebekirinê îşkence dikirin. Kabloyên ku di girtîgehên dewletan de li dijî girtiyan bi kar dianîn li kampê jî hatin dîtin. Konên ku wekî girtîgeh jî ji bo cezakirina jinan dihatin bikaranîn hebûn. Konên ku hatin rakirin jî di hundirê wan de tunel hebûn, piştî ku sûcên kuştinê dihatin kirin şaneyan xwe di wir de vedişartin."

"Ji Tirkiyeyê derbasî Kampa Holê dikin "

Sîdar Masûm têkiliya DAIŞ û Tirkiyeyê dîsa bi bîr xist û wiha anî ziman: "Kêrên ku li Mereşa Tirkiyeyê hatine çêkirin û anîne kampê, nîşan didin ku destên dewleta tirk jî nav de heye û dixwaze dîsa şaneyên veşartî yên li kampê zindî bike û li dijî me rabibin. Çawa di destpêka salê de çeteyên di hundirê girtîgeha Xiwêrana Hesekê de rabûn û çeteyan ji derve de êrîş kir, niha em jî dixwazin ku rê li ber Xiwêraneke duyemîn di hundirê kampê de bigrin."

"Divê dewlet werin hemwelatiyên xwe bigrin"

Sîdar Masûm bi vê bangewaziyê dawî li axaftina xwe anî: "Em bang li hemû welatan dikin ku werin hemwelatiyên xwe yên di hundirê Kampa Holê de bigrin. Her kes jî dizane ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê derfet û teknîka di destên me de pir kêm in lê dîsa jî me barê wan rakiriye û wan diparêzin. Ji lewre divê ku hemû dewlet werin wan bigrin."