“Em ê destkeftiyên şoreşa jinan biparêzin”

Jinên ku beşdarî Konferansa Kongra Star a Kantona Qamişlo bûn nêrînên xwe anîn ziman û dan zanîn ku ew ê ji bo parastina destkeftiyên xwe têkoşîna xwe bilindtir bikin.

Qamişlo – 9’emîn Konferansa Kongra Star a Kantona Qamişloyê bi tevlibûna 300 delegeyan li ser asta Kantona Qamişloyê bi dirûşma “Bi ruhê Jiyanan em ê destkeftiyên şoreşa jinan biparêzin û bi ser bikevin” li bajaroka Rimêlan a Kantona Qamişloyê duh hat lidarxistin. Hola konferansê bi wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, pakrewanên azadiyê û dirûşmên “Terora dewleta tirk li ser jinan rawestînin”, “Azadî ji zarokatiyê dest pê dike” û “Soza me tolhildan e, qirkirina jinan hovîtî ye” hatibû xemilandin. Di konferansê de xalên girîng ên ji bo parastin û mîsogerkirina Şoreşa Jinê ya li Bakur û Rojhilatê Sûrî hat nîqaşkirin.

 “Bi ruh û coşeke mezin Konferansa Kongra Star hat lidarxistin”

Endama Koordînasyona Kongra Star a Kantona Qamişloyê Gulistan Gulo ku yek ji endamên komîteya amadekar a Konferansa 9’emîn a Kongra Star e nêrîna xwe wiha anî ziman: “Em bi ruh û coşeke mezin konferansa xwe ya 9’emîn li dar dixin. Îro hemû endam û rêveberiyên Kongra Star a bajarok û bajaran beşdar bûne. Gelek delege ji sazî û dezgehên civaka sivîl, malbatên şehîdan, PYD’ê û MSD’ê beşdar bûne. Beriya ku em konferansa xwe li dar bixin, me li tevahî belde û gundên Kantona Qamişloyê meclis derxistin. Paşê li bajaran meclis derketin û herî dawî jî em hatin Konferansê. Gelek xebat hatin kirin îro em vê konferansê li dar dixin. Di konferansê de perspektîfên Rêber Apo hatin xwendin. Her wiha di nava hilbijartinan de pêkhateyên Ereb jî hebûn. Piştî Konferansa Kantonan bi dawî bibe em ê biçin Kongreyê.”

“Bi vê konferansê di nava jinan de gavên serkeftî bavêjin”

Gulistan Gulo da zanîn ku bi vê konferansê dixwazin guhertin û veguhertinê di nava jinan de pêk bînin û wiha got: “Em dixwazin guhertin û veguhertinê çêbikin. Erka me ya sereke ew e ku em Rêber Apo bi fizîkî rizgar bikin. Her wiha armanca me ew e ku em zîhniyeta xwe biguherînin û di nava civaka jinan de gavên serkeftî û mezintir bavêjin. Em dixwazin hemû jinan bi rêxistin bikin û hemû jinan bi zîhniyeta jinên azad perwerde bikin. Em dixwazin bi vê konferansê biçin biryarên girîng û wiha biçin kongreyê. Armanca me ew e ku em xebata rêxistinî ya jinan zêdetir bi pêş bixin û di hemû aliyan de temam bikin. Îro 300 jin beşdarî vê konferansê bûne û hêviya me ew e ku em nîqaşên mezin çêbikin û bigihîjin armanca xwe.”

“Bi ruhê Jiyan û Zeyneban konferans hat lidarxistin”

Endama Koordînasyona Kongra Star a Rojava Rihan Loqo jî konferansê bi van gotinan nirxand: “Em dixwazin li pirsgirêkên civakê guhdar bikin û rê û rêbazên çareseriyê ava bikin. Îro gelek êrîş li ser me hene û şerê taybet tê meşandin. Her wiha komployên navneteweyî li ser şoreşa me tên çêkirin, em dixwazin wek rêxistina jinan bi biryardarî û nêrîneke hevbeş şoreşa xwe biparêzin û van planan vala derbixin. Em dixwazin asta têkoşîn û xebatên xwe xurt bikin. Şoreşa Rojava ji bo tevahî cîhanê mînakek e. Em dikarin bi jinên azad tevahî civakê azad bikin. Jinên azad dikarin malbatek azad ava bikin û malbatên azad dikarin civakên azad ava bikin. Hemû endam û rêveberên Kongra Star a Kantona Qamişloyê di vê konferansê de amade ne. Dê bi vê konferansê xebatên du salan bên nîqaşkirin û wê nêrînek hevbeş derkeve holê. Me li ser çawaniya xwedîderketina li şoreşa xwe û parastinê nîqaşan kir.”

“Kongra Star li hemû qadan roleke mezin dilîze”

Rihan Loqo herî dawî êrîşên dewleta tirk li ser pêşengên şoreşê nirxand û wiha bi dawî kir: “Dema pêş em ê çi kar û xebat bimeşînin dê wek plan bixin pêşiya xwe. Rêxistina Kongra Star li hemû qadên jiyanê, rêxistinbûn, civak, perwerde, siyasî, çand û dîplomasî de erk û rolek mezin dilîze. Em dixwazin komîteyên xwe bi ruhê berpirsyarî û xetên pêşengên şoreşê û paradîgmaya Rêber Apo perwerde bikin nûkirinek bixin nava karên xwe. Elbet zehmetî jî hebûn ku dewleta tirk her dem êrîşê herêmên me kir û bi şerê taybet êrîş dikir. Ev yek zehmetiyek ava kir û gelek jinên pêşeng hatin hedefgirtin. Rojava bi şoreşa jinan tê naskirin, ji lewre ev yek li zora dewleta tirk û pergala desthilatdar diçe loma êrîşî pêşengên şoreşê dikin. Çiqas êrîş pêk werin jî nikarin îradeya jinên azad têk bibin.”