‘Em ê bi ruhê berxwedaniya Îranê derkevin qadan’
Jinên ku beşdarî Komcivîna Stargehên jinan bûn diyar kirin ku li dijî tundîtûjiya mêr-dewletê wê di 25'ê Mijdarê de li qadan bin û dan zanîn ku hêza têkoşînê ya îsal ji jinên Îranê girtine.
MEDÎNE MAMEDOGLU
Amed – 25’emîn Komcivîna Stargehên Jinan û Navendên Şêwirmendiyê li Amedê hat destpêkirin. Komcivîna ku duh dest pê kir bi sedan jinên akademîsyen, rêxistinên jinan û çalakvan beşdar bûn ku wê heta 14'ê Mijdarê berdewam bike, roja yekem bi dawî bû. Jinan di roja yekem de di bin gelek sernavan de nîqaş kirin. Jinên ku beşdarî komcivînê bûn, hem der barê komcivînê de hem jî bi nêzbûna 25’ê Mijdarê roja têkoşîna li dijî tundîtûjiya li hemberî jinan nirxandin kirin. Jinan diyar kir ku divê yekitiya jinan di her qadê de bi hêz bibe, destnîşan kirin ku wê bi bilindkirina serhildana jinên Îranê re di 25’ê Mijdarê de li qadan bin.
‘Em bi hev re mil bi mil bimeşin’
Endama Weqfa Jinan a Koza ya Bursayê Derya Şîmşek Aksakal wiha got: “Wê çalakiyên îsal ên 25’ê Midarê ji bo Jîna Mehsa Emînî ku li Îranê hat qetilkirin werin lidarxistin. Ew tundîtûjiya ku Jîna Mehsa Emînî li Îranê rastî wê hat berdewamiya tundiya ku bi salan e em rastî wê tên e. Bi qetilkrina wê re serhildanên ku li Îranê dest pê kirin, wateya 25’ê Mijdarê girîngtir bû. Em jî wê li Bursayê bi hevalên xwe yê jin re di 25’ê Mijdarê di vê çarçoveyê de çalakiyên xwe li dar bixin. Em hemû jinan vedixwînin, di vê roja me ya têkoşînê de piştgiriya me bikin û em bi hev re li kêleka hev bimeşin.”
Li dijî îstîsmarê banga piştevaniyê
Hîlal Kocaelî wiha got: “Îsal di 25’ê Mijdarê de bi hêza ku me ji Îranê girtiye em ê derbikevin. Ez bang li hemû jinan dikim ku li dijî tundîtûjî, zext û îstîsmara ku jin li hemû deverên cîhanê dijîn derbikevin û ji bo wê dakevin qadan. Bi hêza ku em ji hev digrin û bi yekitiyê, em ê careke din qadan bi hev re rengîn bikin. Ji ber vê divê em dest ji hev bernedin. Divê em di nava yekitiyê de bimînin. 25’ê Mijdarê ji bo me hemûyan tiştek girîng e û em ê li dijî tundîtûjî, îstîsmar û hemû polîtakayên şer, werin gel hev. Em ê li dijî betalkirina hevpeymana Stanbolê dengê xwe bilind bikin, em ê bi hêza ku ji hev digrin li kolan û qadan bin.”
‘Ji bo em bibêjin cîhanek bê tundî…’
Endama Weqfa Jinan a navenda şêwirmendiya Edîrneyê Şahîde Agaoglu got: “Di beşdarbûna me ya 25’emîn Komcivîna Stargehên Jinan de û hevgirtinê de wê ji bo me hemûyan gelek baş be. Ez dixwazim bi vê gotinê dest bi axaftina xwe bikim. Qetilkirina Jîna Mehsa Emînî bû sedem ku hemû jinên cîhanê rabin ser lingan. Em jî ji Edîrneyê ji bo bidin diyarkirin ku em li gel hemû jinan e dengê xwe bilind dikin. Pêvajoya 25’ê Mijdarê, roja derketina qadan e. Em tundî û neheqiyê li her derê dijîn. Li vê derê em ê daxuyaniyên komcivînê bi saziyên civakê re parve bikin û her dem em ê li qadan, li gel jinan bin. Ji bo li dijî tundiyê em bibêjin cîhanek bê tundî em ê di 25’ê Mijdarê de li qadan bin. Em û rêxistinên jinan dibêjin êdî qetliamên jinan gihîştine asta qirkirina zayendî. Ji bo vê divê zagon werin bicihkirin, ji bo zagona 6284 were bicihkirin em li qadan dixebitin. Tundî pêkanînek ku di destpêkê de baweriya jinan dişkîne. Ji bo hişmendiya jinan were bilindkirin û pênasekirina tundiyê em dixebitin. Em dibêjin têkoşîn û hevgirtina jinan polîtîk e. Ji bo wê divê em vê hevgirtinê li hemû qadan bi hêz bikin.”
‘Polîtîkayên tundiyê berdewam dikin’
Ji tevna Parastina Jinên Femînîst Fulya Dagli jî wiha got: “Îro em 300 jinên ku li vê derê kom bûne jixwe di têkoşînê de ne û her dem û bi rêk û pêk li gel hev kom dibin. Her car em behsa têkoşîna ku tiştek din lê zêde dibe dikin. Îsal dema ku em ber bi 25’ê Mijdarê ve diçin, ev têkoşîn helbet wê bi pêş bikeve. Ev demek dirêj e em di nava pergala dijminatiya jinan û tundiya mêr-dewletê de dijîn. Herî dawî em balê dikşînin li ser guherîna demê û bi derketina ji hevpeymana Îstanbulê em behsa encama felaket dikin. Tundiya mêr-dewletê bi hemû leza xwe polîtakayên tundiyê yên li dijî jinan berdewam dike, li kêleka wê eve ji li ser malbatê ye û ev malbat weke pîroz werin îlankirin, bi zayendperestiyê dabeşkirina kar, keda jinan tê binpêkirin û lihevanîna ku zarokan mahkumî îstîsmarê dikin. Em têkoşînê li beramberî neo-lîberal û xeyalên malbata partriyal re dikin.”
‘Em berxwedaniya Îranê bi têkoşîna xwe re dikin yek’
Dema em diçin 25’ê Mijdarê em vê dêbêjin ku divê em xwe paşve nedin. Di nav de malbatên ku tê de cînayet, îstîsmara zarokan û qetilkirin hebe bila were hilweşandin. Em berendamên ku Tevna xwe ya yekitiyê ava bikin. Ji be rev malbat me dikuje. Ev malbat desthilatdariya AKP’ê rejîma Erdogan her dem dixwaze zemînek wisa ava bike ku tundiya li hemberî jinan rewa bibe. Em li aliyekî li vê derê weke tevgera jinan a femînîst û tevgera jinan berxwedaniyê pêşkêş dikin, li Îranê şoreşa ku jin berdewam dikin û têkoşîna wan bi têkoşîna xwe re dikin yek. Em rûmet û hevgirtina vê hîs dikin. Em bang dikin di vê 25’ê Mijdarê de hemû jin bi heman serhildan, têkoşînê bi hev re ava bikin.”