“Em ê bi hev re axa Sûriyeyê biparêzin”
Endama Meclisa PYD’ê Emîne Bêrem û Hevseroka Meclisa Giştî ya Taxa Şêx Meqsûd û Eşrefiyê Hêvîn Silêmen der barê mijara dagirkirina herêmên Sûriyeyê de axivîn.
FERYAL MIHEMED
Heleb – Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) û Partiya Guhertin û Ronesansê ya Sûriyê duh li Helebê bi dirûşma “Na ji dagirkeriya Tirk re û banga rizgarkirina hemû axa Sûriyê ya dagirkirî" forumeke diyalogê li dar xist. Forum li Hola Star Layît a li taxa Şêxmeqsûd a Helebê dest pê kir. Nêzî 102 nivîskar, hiqûqnas, rojnamevan, siyasetmedar û kesayetiyên serbixwe yên bajarên cuda yên Sûriyê beşdarî forûmê bûn.
Endama Meclisa PYD’ê Emîne Bêrem û Hevseroka Meclisa Giştî ya Taxa Şêx Meqsûd û Eşrefiyê Hêvîn Silêman der barê nîqaşên ku di forûmê de meşiyan ji ajansa me re axivîn.
“Divê em bi hev re axa Sûriyeyê biparêzin”

Endama Meclisa PYD’ê Emîne Bêrem der barê mijara herêmên dagirkirî de wiha axivî: “Ev komxebat ji bo dagirkeriya li ser Sûriyeyê ya dewleta tirk were nîqaşkirin hat lidarxistin. Komxebat bi tevlibûna hemû kesayetên serbixwe yên Sûriyeyê pêk hat. Li ser bingeha ka em çawa dikarin dagirkeriya dewleta tirk a li Sûriyeyê têk bibin, xaka Sûriyeyê bi hev re biparêzin em ê nîqaşan bikin. Îro tê xwestin ji hemû kesên di hundirê Sûriyeyê dijîn ji bo ku karibin li hemberî van êrîşan bibin bersiv û dengê vî gelî bigihîjînin derve em kom bûne. Komkojiya di dawiyê de li Til Rifetê çêbû nîşaneya vê dagirkeriyê ya herî berbiçav e. Zarokên me dikujin kal û pîrên me dikujin her wiha ciwanên me dikujin. Dagirkeriya tirk hewl dide gelek dever û bajarên Sûriyeyê dagir bike.”
“Dê tu carî nikaribe îradeya gelê me bişkîne”

Hevseroka Meclisa Giştî ya Taxa Şêx Meqsûd û Eşrefiyê Hêvîn Silêman jî wiha got: “Ev komxebata ku li taxa berxwedanê li Şêx Meqsûd hatiye lidarxistin girîng e, hemû kesên ku beşdarî vê komxebatê bûne ji hemû deverên Sûriyeyê ne. Ji bo ku em bi hev bişêwirin, pêşî li dagirkeriya dewleta tirk a herêmên Sûriyeyê dagir kiriye bigrin em li vir kom bûne. Herêma Efrîn Cerablûs, Idlib û Ezaz û niha jî li herêma Şehbayê rojane sivîl tên kuştin zarok tên kuştin zaveya ku roja daweta wî bû hat kuştin jin tên kuştin. Rojane balafirên dewleta tirk li ser herêmên Sûriyeyê difirin û pêşengên me tên hedefgirtin, em ji bo çaraseriya vê aloziyê ji bo derxistina dewleta tirk ji axa Sûriyeyê bang li hemû kesên dixwazin welatê Sûriyeyê rizgar bibe dikin û dibêjin ku tu carî tu nikare axa Sûriyeyê dagir bike û tu carî nikare îradeya gelê me bişkîne. Ji ber ku ev ax a gelê berxwedaniyê ye, ev komxebat jî di demeke pir girîng de hat lidarxistin. Ji bo ku em dengê xwe bigihîjînin hemû cîhanê her wiha em nêrînên xwe bikin yek û çareseriyek bibînin. Di dawiyê de em dibêjin ku wê dewleta tirk a dagirker ji herêmên me derbikeve û wê gelê Sûriyeyê jî jiyana azad û demokratîk bijî.”