“Eleqeya hikûmetê bi gelê Elewî re ne bi niyetek baş e”

Kadriye Dogan a destnîşan kir piştî êrîşên sîstematîk ên li ser cemxaneyan, beşdarbûna hikûmetê ya xwarinên fitarê û vexwendina saziyên Elewiyan ne bi niyetek baş e, destnîşan kir ku eleqeya hikûmetê ya bi gelê Elewî re ne bi niyetek baş e.

MEDÎNE MAMEDOGLU

Mûş - Di hefteyên derbasbûyin de li dijî cemxaneyên li Enqereyê êrîşeke sîstematîk hat pêkanîn. Dema ji koma ku êrîş pêk anî tenê kesek hat girtin, êrîşan hatin pêkanîn bû sedema bertekên mezin. Piştî bertekan eniyê hikûmetê serdana cemxaneyan kir û beşdarî xwarinên boneya meha Muherremê hatin li dar xistin bûn.  Hevseroka Giştî ya Komeleyên Elewiyan ên Demokratîk Kadriye Dogan, êrîşên li hemberî cemexaneyan û tiştên piştî wê hatin jiyîn ji ajansa me re nirxand.

"Vexwedin di asta tacîzê de ne"

Kadriye Dogan da zanîn ku di pêvajoyên dawî de eleqeya hikûmetê ya bi elewiyan re ne bi niyetek baş e û wiha got: "Piştî êrîşan mijara herî girîng serdanên li cemexaneyan e, xwarînên fitarê yên ku ji aliyê walîtiyên herêmê ve di pêvajoya rojiya Muharremê de tên li darxistin û ji bo van xwarînan vexwendina saziyên elewiyan e. Ev vexwendinan, vexwendinên di asta tacîzê de ne û bi dubarê dubarê bang kirine hewl didin tevlî xwarinên fitarê bibin. Ev hemû pirsgirêk rewşek ku gelek pirsgirêkên divê li hemberî hemû beşên civakî bên çareserkirin, her tim hatine taloqkirin û bi hatina vê astê çavkanî digre ye."

"Armanca wan a sereke gel paşve bixînin e”

Kadriye Dogan a da zanîn ku gelê Elewî bi sedan salane ji bo nasname û baweriya xwe bi azadî bijîn têdikoşîn, diyar kir ku di çarçoveya vê têkoşînê de gelê Elewî bi lêkolîn kirina raboriya xwe hewl didin bi helwesta xwe ya li dijî zilmê hebûna xwe biafirînin. Kadriye Dogan, diyar kir ku ev hebûna ku tê xwestin bi rêxistinbûnê pêk were, ji aliyê dewletê ve pir nayê qebûlkirin û wiha axivî: “Ji ber ku pêvajoya ku tê meşandin ji aliyê dewletê ve pir nayê qebûlkirin, ne mimkûn e hewldana ku dinava xwe de bi beşekî re dikevin nav têkiliyek taybetî û bi kişandina aliyê xwe ve li hev xerxitandine, nebînin. Li vir ji Elewiyan re nêzikitayî bi niyeta baş e mijara gotine ye. Dewlet li vir jî nûvê di nava hewldanek ku di nava Elewiyan de dudiliyê avabike û wan ji cihê daxwaza mafê heyî dikin paşve bixîne û vala derbixe de ye. Hikûmet nikare bi rêve bibe û di xala çareseriyê de tu beşên civakî re nikare bibe bersivek.

“Em ji raborî heta roja îro xwedî tecrûbe ne”

Kadriye Dogan a di pêvajoyên dawî de nêzbûna hikûmetê ya bi Elewiyan re bi hilbijartinan ve girêdide, got hikûmet ku serdana cîhekî baweriyê ku wek makeqanûnî nas nake dike, di seriyan de pirsa, "îro çi bû?" dihelê. Kadriye Dogan, dest nîşan kir ku kiryarên kesên ku berê ji cemxaneya re digotin  mala cumbûşê ji bo wan jidil nay, herî dawî wiha got: “Em ji raborî heta roja îro xwedî tecrûbe ne. Em pir baş dizanin qebûl nakin, qebûl nekin û nêzîkatiya wan a li hemberî me çawa ye. Em li vir vê yekê dibînin; hem hûn qebûl nakin û rêz nagirin, lê tevî vê ev eleqe çima heye? Di van fikrên xwe de ne jidil in. Di salên dawî de hewldanên Elewiyan ji bo pêkanîna daxwaza hevpar a xwe afirandinê, di nava xwe de bi perçekirin û bi avakirina rewşa nakokiyan armanc dikin ku vê rewşê ji holê rakin. Lê zikê civaka Elewî li hemberê wan têr e. Ger jidil bin rê vê pir vekirî û zelal e. Di komxebatên hatin pêkanîn de Elewiyan daxwazên xwe pir zelal rêz kirin.”