Ejîn Îmad: Jinên Başûrê Kurdistanê li gel jinên Rojava ne
Çalakvan û endama Akademiya Jineolojiyê Ejîn Îmad têkildarî êrişên li ser Bakûr û Rojhilatê Sûriyê got ku jinên Başûrê Kurdistanê li gel jinên Rojava ne û destnîşan kir ku hêza jinên Rojava ji bo hemû cîhanê bûye îlham.”
AVZEM VIYAN
Silêmanî – Êrişên dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wê li ser herêmên Bakûr û Rojhilatê Sûriyê didomin. Nerazîbûnên li dijî van êrişan her ku diçe zêdetir dibe. Endama Akademiya Jineolojiyê Ejîn Îmad derbarê aloziyên li Sûriye û berpirsyartiya jinan de ji ajansa me re axivî.
Ejîn Îmad diyar kir ku Şoreşa Rojava şoreşek ku sînor derbas kirî ye û wiha got: “Felsefeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ li Rojavayê Kurdistanê ne tenê dirûşmeyek e. Ev berxwedana li Sûriye, berxwedanek ku jinên Rojava ji bo pêşerojek baştir ji bo kes û civakê tê kirin e. Jinan bi berxwedana xwe nîşan dan ku dikarin li Rojhilata Navîn ku tije alozî û metirsî ye, guherînê çêkin. Têkoşîna wan ji bo wekheviyê, têkoşînek bê hempa ye.”
‘Berxwedana jinên Rojava îlham dide’
Ejîn Îmad da zanîn ku li gel êrişên DAIŞ’ê, êrişek nû li ser pêşketina mirovatiyê destpê kiriye û wiha got: “Ev ne tenê gefek li ser Rojava ye, gef li ser hemû destkeftî û nirxên ku şoreşê bi dest xistine ye. DAIŞ’ê her tim maf û azadiyên jinê kiriye hedef. Hêzên serdest her tim ji bo berjewendiyên xwe nêzî Sûriyê bûne. Ev aloziyên desthilatê rewşa jinan li navçeyê xirab dike û di heman demê de dibe sedema şer. Jin ji bo azadiyê xwedî hêza hevbeş in. Jinên Rojava nîşan dane ku dikarin guherînê çêkin. Hêza berxwedana wan hêvî û îlham dide. Em dizanin têkoşîna wan ji xebatên me ne cûda ye. Em jî beşek ji vê çîrokê ne û serkeftina wan, ya me hemûyan e.”
‘Felsefeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ cîhanî bûye’
Ejîn Îmad di berdewama axaftina xwe de da zanîn ku girîng e li başûrê Kurdistanê û beşên din ên cîhanê piştevaniya jinên Rojava û şoreşa jinê bikin û wiha dom kir: “Tenê dayîna piştevaniyê têr nake. Pêwîstî bi helwesta siyasî û gavên pratîkî ji bo parastina maf û azadiyê heye. Pêşîlêgirtina DAÎŞ’ê û gefên din, tenê ne berpirsyartiya Rojava ye. Ev karek cîhanî ye û erkê me hemûyan e. Felsefeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ cîhanî bûye û divê em hemû li gor wê xebat bikin, yeksaniya hamû mafê mirovan pêk bînin.”
‘Divê hikûmeta herêmê jî piştevaniya xwe eşkere bike’
Ejîn Îmad bal kişand ser berpirsyartiya jinên Başûrê Kurdistanê û wiha got: “Gefên li ser azadî û dadperweriyê, zêde bûne. Şoreşa Rojava fikrek ku pêşîlêgirtin têr nake, divê em jinên başûrê Kurdistanê li gel bin. Ne tenê weke şopdar, wek têkoşîna hevbeş ji bo cîhanek dadperwer û wekhev jî. Hikûmeta herêmê divê bi eşkere piştevaniya şoreşa jinên li Rojava bike.”
Bang: Li dijî êrişan bêdengiya xwe bişkînin
Ejîn Îmad di dawiya axaftina xwe de got ku ger bêdengiya li beramberî Rojava berdewam bike, wê rewşê xetertir bike û wiha got: “Divê hemû kes li dijî van êrişan bêdengiya xwe bişkînin û piştevaniya gelê Rojava bikin.”