Doza Kobanê hat taloqkirin: Daxwazên berdanê hatin redkirin

25'emîn danişîna Doza Kobanê hat taloqkirin. Dadgehê daxwaza berdanê û rakirina tedbîrên kontrola edlî red kir.

Enqere- Li dijî êrişên DAIŞ’ê yên li ser Kobanê, di navbera 6-8’ê Cotmeha 2014’an de li bakurê Kurdistanê gel rabû ser piyan. Doza Kobanê ku bi hinceta çalakiyên 6-8’ê Cotmehê doz hatibû vekirin û Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yên berê Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş û endamên Desteya Rêveberiya Navendî (MYK) ya HDP’ê jî di nav de û 20 jê girtî bi giştî 108 kes tên darizandin, berdewam kir.

Danişîna 2’emîn a danişîna 25’emîn a Doza Kobanê li Eywana Danişînê ya Kampusa Girtîgeha Sîncanê hat dîtin, biryara lêkolîna girtina siyasetmedaran hat eşkere kirin. Şandeya dadgehê daxwaza berdana siyasetmedaran û rakirina tevdîrên kontrola edlî ya li ser siyasetmedarên negirtî ku didome red kir.

Der barê Sirri Sureyya Onder de dê benda muzakerê bin

Her wiha şandeya dadgehê biryar da ku ji bo şertê kontrola edlî derbarê Parlamenterê Partiya Çepên Kesk Sirri Sureyya Onder de bê rakirin xwest muzakere ji bo Meclisê bê nivîsandin. Heyeta dadgehê ku biryar da bê pirskirin ka Sirri Sureyya Onder parlementer e an na, diyar kir ku dê di çarçoveya bersiva Meclisê dê daxwaz bên nirxandin.

Danişîna din a doza Kobanê dê di 3'ê Tîrmehê de bê dîtin.