DMME Fîgen Yuksekdag û Selahadîn Demîrtaş mafdar dîtin

Hevserokên Giştî yên HDP’ê yên berê Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş, niha girtîne bi sedema di hiqûqa navxweyî de ji bo îtîraz bikin alîkariyeke baş wernegirtine serî li DMME’yê dan. DMME’ derbarê Tirkiyê de biryara binpêkirinê da.

Navenda Nûçeyan- Dadgeha mafê mirovan ya Avrûpa DMME di daxuyaniya dayî de, Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yên berê ku niha girtî ne Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş, bi sedema ku di hiqûqa navxweyî de ji bo îtîrazê bikin alîkariyeke baş wernegirtine serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) dan.

DMME’yê biryar da ku di mijara pêvajoyên îtîrazê yên hiqûqa navxweyî de mafê Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş hatiye binpêkirin. DMME’yê di biryara xwe de got ku Fîgen Yuksekdax û Selahattîn Demîrtaş bi sedema di hiqûqa navxweyî de mafê îtîrazeke bibandor jê re nehatiye dayîn, serlêdan kirine.

Di daxuyaniyê de het destnîşan kirin ku Selahattin Demirtaş û Fîgen Yuksekdag ji ber rewşa ‘bi taybet rayedarên girtîgehê hevdîtinên bi parêzeran re dişopînin û belgeyên parêzer tînin desteser dikin gilî kirin.’ Ev tevdîrên mijara gotinê di çarçoveya biryarnameya  piştî hewldana darbeyê ya 15’ê tîrmeha 2016’an de ketine meriyetê û wiha hat gotin: “Serlêder, bingeha xwe ji firkaya 4’emîn (mafê bi lez lêkolînkirina rewşa girtî ya li gorî hiqûqê) a xala 5’emîn a Peymanê digire.”