"Divê tu bêdeng bî yan na berdêla her gotinek te mirin e"

Xedîcê Nezîr a ku bi eslê xwe Tirkmen e lê li Kampa Holê di fêza yekemîn a malbat û penaberên Îraqê tevî 3 zarok û hevjînê xwe dijî, sûcên ku şaneyên DAIŞ'ê kirine anî ziman.

SORGUL ŞÊXO

Hesekê – Li dijî şaneyên DAIŞ'ê yên di Kampa Holê de Hêzên Ewlekariya Hundirîn qonaxa duyemîn a Operasyona Ewlehî û Mirovî ya di 25'ê Tebaxê de bi destekdayîna Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) dan destpêkirin. Operasyona Ewlehî û Mirovî îro bi destpêkirina fêza sêyemîn, di roja pêncemîn de didome. Di roja çaremîn a operasyonê de 12 kesên bi guman hatine girtin û 5 ji wan li xwe mikûr hatine ku ew DAIŞ’î ne, lêpirsîna kesên di berdewam dike. Her wiha 37 konên ku ji aliyê DAIŞ’ê ve ji bo perwerde, weke dadgeh û cihê îşkenceyê hatiye bikar anîn hat dîtin û rakirin.

Der barê sûcên ku çeteyan dikirin de Xedîcê Nezîr panabereke Tirkmen ji Til Efera Iraqê ye û niha li Kampa Holê bi cih dibe axivî. Xedîceya 25 salî dayika 3 zarokan e û 6 sal in li kampê dijî.

"Wan dikujin û davêjin çopê yan jî çal dikin"

Xedîcê Nezîr di destpêka axaftina xwe de wiha dibêje: "Li ser bingeha ku em ê derbasî Tirkiyeyê bibin em hatin kampê lê çênebû. Ez li kampê mam paşê zewicîm, hevjînê min jî tirkmen e. 3 sal in bûyerên kuştin, serjêkirin û celidkirinê rû didin. Tu çi sûcî dixwazî li vê kampê dibînî. Her şaşîtiyek berdelek wê heye. Însanê ku kifriyan bike, bêguman ceza yê wê/î heye yan jî divê ku tu bêdeng bî gotinek ji devê te dernekeve û şaşîtiyan nekî û nebêjî. Rewşa kampê ev e, tu gotinek bibêjî berdêla wê jiyana te ye. Wan dikujin û bedena wan davêjin ser çopê, ango çal dikin an jî davêjin kanalîzasyonên avê, tu li ku derê bixwazî cenazeyan davêjin wê derê. Heya cenazeyan davêjin ber xizanên avê. Em jî mirovên, xwedî dil û wijdan in, dema em û zarokên xwe tiştên wiha dibînin, pir ditirsin. Jineke ku gotineke şaş kiribe, li ku wê bibînin, wê bigrin û paşê agahî jê qut dibin. Piştî demekê em wan cenazeyên wan li destavê an jî li newaleke kuştî dibînin."

"Kî çi dike em berdel didin"

Xedîcê Nezîr da zanîn ku ew şane û çeteyên ku sûcan dikin nabînin û nas nakin û wiha dirêjî da gotinên xwe: "Tu nizanî ji ku tê û ji ku derdikevin tê me. Berê mirovên me yên Iraqê dihatin serdana me dikirin lê niha ew jî qut bûye. Kî çi dike, em berdela wê didin û kampên me dişewitînin. Carna pevçûn derdikevin û em di wî konê paç de dijîn, guleyek were li zarokên me bikeve jî nabe û ew kon jî guleyek lê bikeve jixwe wê bişewite. Ger ku şane bibihîsin kesek çixareyê dikşîne wê werin wê/î jî bibin û çarenûsa wan jî diyar e jixwe. Berê li vir aramî hebû. Lê ji dema ku yên Baxoza Dêrazorê hatin rewş temamî hat guhertin. Gelek kes bê sûc hatine kuştin."

"Rojek tune ye ku em çavên xwe bi kuştina kesan venakin"

Xedîcê Nezîr got ku alavên pê dikujin hemû tûj in û wiha pêl da gotinên xwe: "Em bûne qurbanî divê ku welatê me doza me bikin êdî em li vir westiyan û kesek êdî ji me naxwaze li vir dimîne. Alavên ku pê bûyerên kuştinê dikin hemû jî tûj in wekî kêr her wiha ben jî ji bo xeniqandina jin û mêran tê bikaranîn. Dema serê sibehê em ji konê xwe derdikevin pir şok dimînin. Divê ku em her sibehê şiyar bibin û bibihîsin yek hatiye kuştin û her roj ev rewşa me ye. Rojek bêyî ku bûyereke wiha hovane neqewime, tune ye. Ev tiştekî pir xeter e, heya niha zarok jî êdî natirsin dema ku bûyerên kuştin û serjêkirinê dibînin ku cenazeyên wan jî wiha daliqandî ne."

"Zarokan direvînin, dikujin, parçeyên laşê wan didizin û davêjin"

Xedîcê Nezîr da payin ku ew nikarin zarokên xwe bişînin dibistanê ango baxçeyên zarokan û wiha domand: "Bûyerên revandin û dizîna zarokan jî li kampê çêdibin. Ji ber wê jî em nikarin wan bişînin dibistanan ango baxçeyên zarokan. Carekê li vir zarokek hat dizîn, wî kuştin paşê endamên laşê wî hemû jî dizîn û avêtin. Ez niha nikarim zarokên xwe bişînim baxçeyê zarokan, ji ber wê jî li malê dihêlim. Piştî ku xelkê Baxozê hatin beşek ji penaberan reviyan welatê xwe."

"Jin zarokên xwe dişewitînin"

Xedîcê Nezîr bal kişand ser bûyerên qetilkirinê û got ku herî zêde li bazarê tên kuştin û wiha bilêv kir: "Li fêzan bûyerên kuştinê rû didin lê herî zêde li bazarê û di dikanan de çêdibin. Kesên ku dixwazin wê/î bikujin wan dixin bin şopandinê, heya dawî wan li bazarê dikujin. Gihîştiye astek e wisa ku jinên hevjînê wan hatine kuştin zarokên xwe di hundirê kampê de dişewitînin tenê ji bo ku herin bizewicin. Ev e rastiya kampa Holê. Ma ji kuştin û serjêkirinê zêdetir çi heye? Ji saet 19:00'an şûnde çi bibe çênabe ku em derkevin, em di konên xwe de jî bimrin jî nikarin biçim ba bijîşkan."

Xedîcê Nezîr di dawiya axaftina xwe de daxwaza xwe ya vegera welatê xwe anî ziman.