Dibistanên li Şehba û Helebê hatin rawestandin

Endama Ofîsa Jin a Desteya Perwerde û Hîndekariyê Efrîn-Şehba Orûba Ebid xuyakir ku ji ber rewşa ku Şehba tê re derbas dibe û ji bo parastina jiyana xwendevanan biryar hate dayîn ku dibistan heya hefteyekê bên rawestandin.

HESNA MIHEMED

Şehba – Ji ber êrişên dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wî, dibistanên li Kantona Şehbayê û Helebê ji bo hefteyek hatin rawestandin. Di derbar biryara rawestandina dibistanan li Efrîn-Şehba Endama Ofîsa Jin a Desteya Perwerde û Hîndekariyê Efrîn-Şehba Orûba Ebid bi ajansa me re axivî.

'Biryara rawestandina dibistanan hate girtin'

Orûba Ebid da xuyakirin ku ew ji ber rewşa Şehba û êrişên ku li ser tên kirin biryara rawestandina dibistanan dan û wiha got: "Ev bû sê roj in şerek di navber hikumeta Şamê û çeteyên dewleta tirk derdorê Şehba û gundewarên bajarê Helebê diqewime. Di nava van êrişan de Şehba jî rojane bi topbaranan re rûbirû tê. Dibistan, gundewarên Efrîn-Şehba û milkên gel di encama van êrişan de dibin hedef. Bi armanca ku em xeteriyên êrişan li ser jiyana xwendekarên xwe dûrtir bikin em wek deste gihîştin biryara rawestandina dibistanan heya heftiyekê, di heman demê de li gor rewşê hîna ne diyar e jî em kengî carek din deriyên xwe ji xwendevanan re vebikin."

'Ji ber rewşê xwendevan ji xwendina xwe bê par dimînin'

Di nava gotinên xwe de Orûba Ebid diyar kir ku her sal di demên dibistanan de rewşên awarte derdikevin holê û şagirt ji xwendina xwe bê par dimînin û got: "Her sal dema ku dest bi xwendina dibistanan dibin li Şehba rewşên awarte derdikevin holê û bi hezaran şagirt û xwendevan ji xwendina xwe mehrûm dimînin. Gelek caran ji ber tunebûna sotemaniyê em neçar dimînin deriyên xwe bigirin. Lê vê carê ji ber êrişên çeteyên dewleta tirk û parastina jiyana xwendekaran me deriyên xwe girtin. Her tim xwendevanên li Şehbayê dimînin zehmetiyên dijwar ji bo temamkirina xwendina xwe dibînin, dîsa jî hêvî û berxwedana xwendevanan her car li hember hemû cureyên zehmetiyan bi serdikevin."

Di dawiyê de Orûba Ebid bang li rawestandina şer li herêmê kir û wiha bi dawî kir: "Bangwaziya me ji hemû rêxistinên mafê mirovan û saziyên eleqedar re heye ku ev êriş bê rawestandin. Ji ber herî zêde xwendevan û şagirt di van şeran de ziyanên mezin dibînin û ji xwendina xwe bê par dimînin. Her wiha ji mafê xwe ya xwendinê jî tên dûrxistin. Li kêlek wê parastina jiyana sivîlan bê kirin."