Di serhildanên Rojhilat de 104 kesan jiyana xwe ji dest dan

Tora mafên mirovan a Kurdistanê ragihand ku ji destpêkê serhildanên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê ve heta nha 104 kesan jiyana xwe ji dest dane û di nava wan de 11 zarok hene.

Navenda Nûçeyan- Duh di 25’ê Mijdarê de tora mafnê mirovan a Kurdistanê ragihand ji destpêka serhildanên seranserî Rojhılatê Kurdistan û Îranê ku piştî qetilkirina Jîna Emînî dest pê kir heta niha 104 kesan li Rojhilatê Kurdistanê jiyana xwe ji dest dane û ji wan 11 ji wan zarok in.

Li gorî daneyên rêxistina mafên mirovan li Mihabaê 13, Bûkan 12, Pîranşar 8, Urmiye 4, Şino 3, Serdeşt 1, Sine 17, Seqiz 5, Diwander 4, Bane 3, Kamêran 2, Dêhgulan 2, Merîwan 1, Kirmanşan 8, Ciwanrû 8, Rojavayê Islam Abad 3, Qesra Şîrîn 1, Silês Bewihcani 1, Ilam 1 û li Tharan çar hemwelatiyên Kurd, Varmîn 1, Qûçan 1, Qezawan 1 û li Kerec kesek jiyana xwe ji dest dane.

Her wiha ragihand ku 21 endamên partiya Rojhilatê Kurdistan û binemalên wan di êrîşa supayê Pasdaran de jiyana xwe ji dest dane.