Di serhildanên li Îran û Rojhilat de ciwanek hat qetilkirin

Li bajarên Îran û Rojhilat çalakiyên li dijî rejîmê didomin, hat hînbûn ku hêzên Îranê bi çekan êrîşê çalakvanan kirine, hejmarek zêde birîndar hene û ciwanekî 27 salî jî hatiye qetilkirin.

Navenda Nûçeyan - Serhildanênu ku di 16'ê Îlonê de li Îranê dest pê kiribûn berdewam dikin. Di encama gulebarana rejîmê li dijî çalakgerên ku daketin kolanan, ciwanek jiyana xwe ji dest da û bi dehan welatî jî birîndar bûn.

Fubolvanan sirûda netewî nexwendin

Her wiha Tîma Neteweyî ya Îranê ku di maça yekem a Kûpaya Cîhanî ya FIFA'yê ya 2022'an de li Qeterê hat lidarxistin de derket pêşberî Îngilistanê, di merasîma beriya destpêkirina maçê de sirûda neteweyî ya Îranê nexwend û piştgirî da çalakiyên ji bo Jîna Emînî yên li welat pêk hatine. Xwepêşandanên ku ji bo Jîna Mehsa Emînî çêbûn û piştî wê hêzên rejîma Îranê yên ketin tevgerê, lîstikvana berê ya futbolê ya neteweyî Voria Xafûrî ku li ser medyaya dîjîtal piştgirî dida xwepêşanan, girtibûn. Di maça sêyemîn a Koma B ya di Kûpaya Cîhanî ya FIFA'yê ya 2022'an hat lîstin, DYA'yê Îranê 1-0 têk bir.

Gelê herikî kolanan

Piştî vê têkçûnê ji çar aliyên Îranê ve gel herikî kolanan. Di xwepêşanên hatin pêkanîn de dirûşmên li dijî hikûmetê hatin berzkirin û daxwazên azadiyê anîn ziman. Piştî têkçûna tîma neteweyî kêfxweşiya gelê welatekî rewşeke ku kêm tê ditîn e. Ne gelên tîma neteweyî, gelên ku difikirîn nûnertiya rejîmê dike, ev têkçûnê li kolanan pîroz kirin.

Dirûşmên li dijî hikûmetê hatin berzkirin

Li bajarên Sine, Mehabad, Ciwanro, Kamyaran, Ravansar, Merîwan, Seqiz, Urmiye, Bane, Îlam, Kirmaşan, Qorwe û Dehgolan ên Rojhilatê Kurdistanê, dirûşmên li dijî hikûmetê û aligîrên azadîxwaz hatin berzkirin. Xwepêşandanên li dijî hikûmeta Komara Îslamî berdewam kirin. Li bajarên din ên Îranê jî gel xwepêşandanên xwe domand.

Li paytexta Îran Tahranê, Arak, Bandar Abbas, Qazwîn, Tebrîz, Kum, Zahîdan, Îsfehan, Rasht, Gîlan û Bandar Anzalî jî dirûşmên li dijî hikûmetê û azadîxwazan hatin berzkirin û çalakî hatin lidarxistin.

Kesek hat qetilkirin

Li ser çalakgerên ku daketin kolanan hêzên rejîma Îranê gaza îsot reşandin û gule berdan wan. Li gorî nûçeyên hatine weşandin, di encama gulebarana hêzên rejîmê de ciwanê bi navê Mehran Samak ê 27 salî hat qetilkirin. Li bajarê Sineyê jî hejmarek zêde xwepêşandan birîndar bûn.