Di sala 2021’an de li Îtalya bûyerên qetilkirina jinan ji sedî 16 zêde bûye

Li Îtalyayê di sala borî de bûyerên qetilkirina jinan ji sedî 16 zêde bûne, ku piraniya tawanam ji aliyê malbatê ve hatine kirin.

Navenda Nûçeyan – Daneyên Wezareta Karên Hundir a Îtalyayê destnîşan kir ku di navbera 1'ê Tebaxa 2021'an û 31'ê Tîrmeha heman salê de 125 bûyerên kuştina jinan pêk hatine û da zanîn ku piraniya wan ji aliyê malbatê ve hatine kirin.

Di daneyan de hat eşkerekirin ku li Îtalyayê her sê rojan jinek tê kuştin, ku 108 jin ji aliyê malbatê ve hatine qetilkirin û 68 jin jî ji aliyê mêrê ku pê re zewiciye ve hatine kuştin.