Di pîrozbahiya 'hilbijartinê' ya AKP'ê de 3 zarok jiyana xwe ji dest dan

Piştî dengdana tûra duyemîn a Serokomariyê, di encama gulebarana pîrozbahiya AKP'yiyan a Rihayê de zarokê bi navê Emîrhan Gelgir jiyana xwe ji dest da.

Navenda Nûçeyan- Li Taxa Topdagi ya girêdayî navçeya Eyyûbiye ya Rihayê, di encama gulebarana AKP’yiyên ku piştî dengdana tûra duyemîn a Serokomariyê ya di 28’ê Gulanê de pêk hat, zaroka binavê Emîrhan Gelgir ê 14 salî birîndar bibû.

Emîrhan Gelgîr ji serê xwe birîndar bûbû û 4 roj bûn li Nexweşxaneya  Perwerdehiyê û Lêkolînê ya Mehmet Akîf Înan a Rihayê dihat dermankirin. Emîrhan Gelgîr îro tevî hemû mudaxileyên tibê jî jiyana xwe ji dest daye û li Goristana Bedî-û Zaman hat veşartin. Di lêpirsîna ku der barê bûyerê de hat destpêkirin de hat îdiakirin ku nehate tespîtkirin ku gule ji aliyê kê ve hatiye berdan.

Li Efrîn û Mêrsinê jî zarok jiyana xwe ji dest dan

Dîsa li Mersînê piştî hilbijartina serokkomariyê a ku di 28’ê Gulanê hate çêkirin, grubên AKP’yî li taxa Kurdalî a girêdayî navçeya Toroslar ‘pîrozbahî’ lidarxistin. Muhammed Eslek yê 15 salî ê di nav grubê de cîh digirt, bi guleya çeka nenas ji serê xwe birîndar bû. Muhammed Eslek yê ku bi guleyê  giran bîrîndar bû û rakirin nexweşxaneyê, jiyana xwe ji dest da.

Çeteyên girêdayî dewleta Tirk a dagirker ên li Efrînê bi guleyên encamên hilbijartinê bêserûber pîroz kirin. Di encama gulebaranê de li Taxa Mehmûdiyê zarokekî jiyana xwe ji dest da û gelek kes jî birîndar bibûn. Gulebaran ketibû banên avahiyan û konên nava bajêr.