Di nobeta edaletê de roja 809’emîn

Emîne Şenyaşar a Nobeda Edaletê di roja 809'emîn de didomîne, careke din ji bo hemû kesê edalet xwest.

Riha- Di 14’ê Hezîrana sala 2018’an de xizm û parazvanên parlamenterê AKP’ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz li navçeya Pirsûsa Rihayê êrîşî malbata Şenyaşar kirin. Di êrîşê de hevjîn û du kurên Emîne Şenyaşar hatin qetilkirin. Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar ku ji komkujiyê bi birîndarî xelas bûbû, di 9’ê adara 2021’ê de li pêşiya Edliyeya Rihayê dest bi Nobeta Edaletê kirin. Çalakiya malbatê di roja 809’an de ye.

Nobeta ku Parlamenterê Partiya Çepên Kesk ê Rihayê Ferît Şenyaşar ji ber xebatên siyasî li Meclisê bû nekaribû tevli bibe, Emîne Şenyaşar didomîne. Şaxa Sendîkaya Kedkarên Xizmetên Tenduristî û Civakî (SES) a Rihayê piştgirî da Emine Şenyaşar.

‘Edalet daxwaza me hemûyan e’

Di çalakiyê de endamê Lijneya Rêveberiya Şaxa SES'ê ya Rihayê Salih Karataş axivî û bi bîr xist ku çalakiya malbatê di roja 809’an de didome. Salih Karataş, wiha domand: “Têvî ku evqas sal û demsal derbas bûn jî daxwaza edaletê ya malbata Şenyaşar bi cih nehat. Daxwaza edaletê ya dayika Emîne Şenyaşar daxwaza me hemûyan e. Li ber çavên hemû kesan komkujiyek hat kirin lê dîmenên wê komkujiye ji aliye yên ku giredayî desthilatdariyê ve ne hatin paqijkirin. Lê dayika Emîne Şenyaşar bi helwesta xwe hem li welatê me, hem li Tirkiyeyê û hem jî li hemû dinyayê wehşeta vê komkujiye derxist hole. Dayika Emîne ji bo hemû kesen bo jiyaneke birûmet têdikoşin mînak e. Em jî bang li hemû kesan dikin ku piştgiriya têkoşîna edaletê ya malbata Şenyaşar bikin.”  

‘Edî bes e bila ev zilm biqede’

Piştre jî Emîne Şenyaşar axivî û destnîşan kir ku heta edalet pêk were dê têkoşîna xwe bidomînin. Şenyaşar, axaftina xwe wiha qedand: “Heta kurê min neyê berdan ez ê ji vir ranebim. Êdî bes e bila ev zilm biqede, bila kurê min berdin da ku em jî biçin mala xwe. Ji bo her kesê edaletê dixwazim. Zilmeke mezin li me kirin. Li tu deverên cîhanê nehatiye dîtin ku mirov di hundirê nexweşxaneyê de bi rehetî komkujiyê bikin.” 

Biryara ‘Anîna bi zorê’ hat rakirin

Li aliyê din der barê Emîne Şenyaşar de ji ber li ber deriyê edliyeya Rihayê di 9’ê Tebaxa 2022’an de di dema Nobeta Edaletê berdewam dikir di gotinên xwe doza ku ‘heqaret li erkdarê civakê kir’ hatî vekirin danişîna 2’yemîn hat dîtin. Doza li 5’emîn dadgeha cezayê giran a Rihayê hat dîtin, ji Emîne Şenyaşar re 8 hezar Tl cezayê pere hat dayîn. Dadgehê ragihandina biryarê taloq kir. Malbatê diyar kir ku piştî bidawîbûna dozê Emniyeta Navçeya Pirsûsê telefona wan dike û dibêje der barê Emîne Şenyaşar de biryara "Anîna bi zorê” heye. Emniyetê, ji malbatê re ragihand ku Şenyaşar ji ber dosyaya ku di heman rojê de hatiye darizandin û ceza lê hatiye birîn, neçar maye îfade bide û ger neyê dê biryara "Bi zorê anîn" were pêkanîn. Biryar, piştî agahîdayîna emniyetê, hat rakirin.