Di nav rojekê de 2 jin hat qetilkirin, mirina jinekê bi guman e
Li Edene û Aydinê 2 jin ji aliyê mêran ve hatin qetilkirin. Ji Mêrdînê nûçeya mirina jineke ya bi guman hat.
Navenda Nûçeyan- Li Tirkiyeyê cînayetên jinan bi zêdebûne berdewam dike. Li navçeya navendî ya Yuregir a Edeneyê Şermîn Sari ya 24 salî ji aliyê Erhan Poyraz ê ku dest ji hev berdabûn ve hat qetilkirin.
Hat zanîn ku Şermîn 2 sal berê ji Erhan Poyraz cuda bûye û 4 roj berê Erhan Poyraz gilî kiriye û derbarê wî de biryara dûrxistinê daye stendin. Kujerê ku tevî biryara dûrxistinê hatiye mala Şermîn û bi îşkenceyê ew qetilkiriye. Hat diyar kirin ku kujer piştî bûyerê çûye qerekolê û teslîm bûye.
Ji aliyê hevjinê xwe ve hat qetilkirin
Necla Aydogdu ya 33 salî navçeya Koçarli ya Aydinê ji aliyê zilamê ku pê re zewicî bû ve, bi amûreke birînê hate qetilkirin.
Piştî îxbara welatiyan cendirme hatin cihê bûyerê û Mûstafa Aydogdû binçav kirin. Cenazeyê Necla ji bo karûbarên otopsiyê birin Nexweşxaneya Sepandin û Lêkolînê ya Adnan Menderes.
Mirina jineke ya bi guman
Hat hînbûn ku danê sibê li navçeya Qosera Mêrdînê jina bi navê Hanîfe Ozsoy bi awayekî guman jiyana xwe ji dest daye.
Cenazeyê jina ku hat îdîakirin ku întexar kiriye ji bo otopsiyê rakirin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Qoserê. Xizmên wê diyar kirin ku li ser laşê Hanîfê Ozsoy şopên lêdanê hebûye.