Di êrîşên li ser Kobanê de zarokek jiyana xwe ji dest da

Di êrîşa Tirkiyeyê ya li ser Kobanê de zarokek jiyana xwe ji dest da û 3 kes jî birîndar bûn.

Navenda Nûçeyan – Di berdewamiya êrîşên Tirkiyê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê de, Tirkiyê û komên çekdar ên girêdayî wî êrişî bajarên Kobanê, Til Temir, Tirbespiyê û Minbicê kirin. Di bomberdûmana Kobanê de 1 zarok jiyana xwe ji dest da û 3 kes jî birîndar bûn.

Di êrîşan de Ebid Mihemed Hecî yê 12 salî jiyana xwe ji dest da, Ebid Xelef 40 salî û Merwe Hemdo 40 salî û zarokê bi navê Xelîl Cîhad Şêxo yê 2 salî birîndar bûn.