Di êrîşên dewleta Tirk de zarokek birîndar bû

Êrîşên dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wî li ser kantona Şehba- Efrînê didome. Hat ragihandin ku di encama êrîşên bajarokê Şêrewayê de zarokek birîndar bûye.

Navenda Nûçeyan- Li gor agahiyên ji heremê tên artêşa dewleta Tirk  û çeteyên gêrêdayî wî gund Mezin ê bajarokê Şêrawayê yê kantona Efrîn û Şehba topbaran kir.

Hat ragihandin ku di topbaranê de zarokek navê wê nehat zanîn birîndar bû û rakirin nexweşxaneya Til Rifetê.