Di encama êrişa SÎHA’yê ya dewleta tirk de 2 jê zarok 4 kes jiyana xwe jidest dan

Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand ku di êrîşa SÎHA’yê ya duho li Qamişloyê pêk hat de 2 jê zarok 4 kes jiyana xwe jidest dan û 2 kes jî birîndar bûn.

Navenda Nûçeyan - Li taxa Sînaa ya bajarê Qamişlo yê Bakur û Rojhilatê Sûriyê, li nêzî benzînxaneya Hisko êrîşek li wesayîtekê hat kirin. Di êrîşê de 4 kesan jiyana xwe ji dest dan û 2 kes jî birîndar bûn. Hat diyarkirin ku ji kesên jiyana xwe ji dest dane 2 jê zarok in. Hat ragihandin ku rewşa birîndaran giran e.

“Sedema êrîşan bêdengiya navneteweyî ye”

Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê têkildarî mijarê daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de ev agahî hatin dayîn: “Li gorî agahiyên destpêkê di encama lêkolîna hêzên me de, li nêzî benzînxaneya Hisko ya girêdayî Taxa Sînaa ya Qamişlo, li derdora wesayîteke hewayî ya bêmirov (SÎHA) êrîşek hatiye lidarxistin. 6ê Tîrmehê saet 16:21. Di êrîşa bi SÎHA’yê ya dewleta Tirk a dagirker de 4 welatî şehîd bûn û 2 welatî jî birîndar bûn. Rewşa birîndaran giran e û li nexweşxaneyê tên dermankirin. Li cihên kar ên li herêma ku êrîş lê hat kirin jî zirara madî çêbû. Xebatên me yên ji bo tespîtkirina nasnameya şehîdan dewam dikin. Em careke din piştrast dikin ku sedema êrîşên dewleta Tirk ên li dijî gel bêdengiya navneteweyî ye.”