Di çalakiya hefteya 730’emîn de careke din li aqûbeta windayan hat pirsîn

Xizmên Windayan, kiryarên Cemal Geren ê di sala 1991’ê de li Cizîra Botan hat binçavkirin û pişt re cenazeyê wî hat dîtin pirsîn.

Amed- Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Amedê û Xizmên Windayan, di hefteya 730’an de çalakiya “Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin” li ber Bîrdariya Mafê Jiyanê ya li Parka Koşuyoluya navçeya Rezana Amedê li dar xistin. Di çalakiya ku wêneyên kesên hatine windakirin hatin hilgirtin, kiryarên Cemal Geren ê di 10’ê sibata 1991’ê de li Cizîra Botan di bin çavan de hate windakirin hat pirsîn.  

‘Di her şert û mercî de em ê li aqubeta wan bipirsin’

Rêveberê Şaxa ÎHD’a Amedê Ercan Yilmaz di çalakiyê de axivî, diyar kir ku zêdeyî 15 sal in ew bi malbatên windakiriyan re li Parka Koşuyoluya Amedê lêgerîna xwe ya edaletê didomînin û got: “Di her şert û mercî de, di berfê de, zivistanê, germa havînê de daxwazên malbatên me, xizmên windayan, rêxistinên civakî yên sivîl û parêzvanên mafan yek in. Yekane daxwaza me ew e ku em kuştinên kiryarên nediyar û windayên di destpêka salên 90'î de li Tirkiyeyê rû dane ronî bikin, bi paşerojê re hevrû bibin û edalet ji nû ve bê pêkanîn. Heta ku cînayeteke bi tenê ya kiryarên nediyar bê ronîkirin bimîne, wê ev daxwaza me bidome.”

Pişt re Endamê Lijneya Rêveberiya Şaxa ÎHD’a Amedê Firat Akdenîz çîroka Cemal Geren ê di sala 1991’ê de li Cizîra Botan hat binçavkirin û pişt re cenazeyê wî hat dîtin xwend. 

Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû.