Qetilkirina 3 endamên Kombûna Jinan Zenûbiya hat şermezarkirin
Desteya Jinê ya Kantona Cizîrê, qetilkirina 3 Endamên Kombûna Jinên Zenûbiya yên li Kantona Minbicê şermezar kir û da zanîn ku ew ê şopdarên têkoşîna wan bin.
Qamişlo-Êrîşên çeteyan bi piştevaniya dewleta Tirk, her diçe li ser heremên Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêde dibin. Di encama wan êrîşan de yên herî zêde dibin armanca dagirkeran, jin û zarok in. Li Kantona Minbicê ya Bakur Rojhilatê Sûriyê, bi destpêkirina êrîşên çeteyên dagirker a bi ser herêmê re, 3 Endamên Kombûna Jinên Zenûbiya hatin qetilkirin. 3 jin, ji aliyê çeteyên girêdayî dewleta Tirk a dagirker ve bi awayekî hovane hatin qetilkirin.
Desteya Jinê ya Kantona Cizîrê di derheqê qetilkirina her 3 jinan de, li bajarê Qamişloyê bi amedebûna Endamên Desteya Jinê û rêxistinên jinan, daxuyaniyek da çapemeniyê. Daxuyanî bi zimanê Erebî ji aliyê Cîgira Rêveberiya Desteya Jinê ya Kantona Cizîrê Huweyda Mihemed ve hat xwendin.
Huweyda Mihemed ragihand ku di encama bombebarana hovane ya dewleta Tirk a faşîst a li ser Bajarê Minbica li Bakurê û Rojhilatê Sûriyê pêk anîne de 3 hevalên wan jiyana xwe ji dest dane û wiha berdewam kir: “Em bi dilên tijî xem û hêrs, ji bo 3 hevrêyên xwe yên têkoşer ên di Kombûna Jinan a Zenubiyayê de şehîd bûn, sersaxiyê dixwazin. Ev sûcê hovane ne tenê êrîşeke leşkerî ye, her wiha êrîşeke ku rasterast li ser îradeya azad a jinan hatiye kirin e. Ev her wiha peyameke tundiyê ye ji bo her çalakgerên ku dixwazin edalet û wekheviyê pêk bînin.”
`Hedefkirina jinan berdewamiya zincîrek dirêj a sûcan e`
Huweyda Mihemed diyar kir ku jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ne tenê qurbaniyê nakokiyan e, hêza pêşeng a pêvajoya avakirina civakeke demokratîk a li ser bingeha azadî û rûmeta mirovî ye jî. Huweyda wiha got: “Tevî rola wê ya girîng jî, bi şerekî dijwar û sîstematîk ên hêzên dijmin ên ku dixwazin destkeftiyên jinan li herêmê tine bikin, rû bi rû dimîne. Hedefkirina jinan, weke ku duh li hemberî hevrêyên me yên şehîd pêk hat, berdewamiya zincîrek dirêj a sûcan e. Ji qetilkirina şehîd Hevrîn Xelef a ku di sala 2019’an de bi awayekî hovane hat qetilkirin, heta niha jinên Bakur-Rojhilatê Sûriyê rastî zehmetiyên mezin tên.”
`Jinên ku sembola têkoşînê ne rastî êrîşan tên`
Huweyda Mihemed destnîşan kir ku êrîşên dubare yên li ser jinan, ji bilî rastiya politîk a dijimin derketiye û wiha pê de çû: “Jinên ku sembola têkoşîn û berxwedanê bûn, rastî êrîşên leşkerî, gefên siyasî, êrîşên çapemeniyê û heta şîdeta derûnî û civakî tên. Ev hemû jî bi armanca şikandina îradeya wê û têkbirina têkoşîna wê ya azadiyê ye. Di vê kêliya dijwar de em destnîşan dikin ku xwîna şehîdên jin wê vala nemîne, wê bibe sotemeniya têkoşîna me ya berdewam.”
`Em ê li ser şopa wan têkoşîna xwe bidomînin`
Huweyda Mihemed anî ziman ku ew ê têkoşîna xwe bidomînin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Em bang li civaka navneteweyî û hemû mafên mirovan dikin. Rêxistinên însanî ji bo ku dawî li van sûcên dubarekirî bînin û ji bo êrîşên xwe yên eşkere yên ku hemû qanûn û peymanên navneteweyî binpê dike hesab bipirsin, demildest destwerdanê bikin. Bêdengiya li hemberî van sûcan tê wateya beşdarbûna van sûcan û îxaneta li nirxên mirovahiyê yên ku banga edalet û aştiyê dikin. Em soz didin şehîdên xwe ku em ê li ser şopa wan têkoşîna xwe bidomînin û fedakariya wan jî wê bidome.”
Daxuyanî bi diruşmeya “Jin Jiyan Azadî”bi dawî bû.