Desteya Hundirîn a Herêma Cizîrê: Divê her kes bi erk û misyona xwe rabe

Ji ber berfirehbûna êrîş û bomberdûmanên dewleta tirk a dagriker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Desteya Hundirîn a Herêma Cizîrê li Qamişlo - Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daxuyaniyek da raya giştî.

Qamişlo – Li ser berfirehbûna êrişên dewleta tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, ku heta vê kêliyê 69 topên hawanê û çekên giran li ser şêniyên herêmê û malên wan hatine şuxlandin û di encamê de kesên jiyana xwe jidest dane û di nav de birîndar jin û zarok hene, Desteya Hundirîn a Herêma Cizîrê li bajarê Qamişlo - Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daxuyaniyek da raya giştî û bi tundî ev êrîş şermezar kir.

Daxuyanî ji aliyê Hevseroka Desteya Hundirîn a Herêma Cizîrê Hemrîn Elî ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de bal lê hat kişandin ku armanca dewleta tirk ji nû ve zindîkirina şaneyên razayî yê DAIŞ’ê ye û wiha hat gotin: “Di çarçoveya şerê îlankirî de û dijwarkirina sîstematîk û berdewam a rejîma Tirk li dijî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bi armanca têkbirina aramî û ewlekarî li herêmê, belavkirina tirs û xofê di nava gelê me ye. Dewleta tirk hemû pêkhateyan armanc dike, dixwaze herêmê vala bike û xelkê herêmê jê koçber bike. Ji kesî re ne veşartî ye ku armanca rejîma Tirk a faşîst li pişt hemleya xwe ya êrîşkar, dixwaze destkeftiyên bi saya xwîna bi hezaran şehîdan û îradeya Hêzên Sûriyeya Demokratîk a ku terora ku nûnertiya wê dike têk bir, têk bibe û hilweşîne. DAIŞ, Cebhet El-Nusra û hêzên din ên tarî ku Tirkiye her cure destekê dide wan û ev yek têgihîştiye hêzên garantor ên navneteweyî yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, ku heta niha helwesteke berpirsyar li hemberî tiştên tirsnak nîşan nedaye. Binpêkirinên giran ên dewleta Tirk a dagirker ku her tim têkoşîna li dijî terorê û şaneyên wê xera dike û bi her awayî ji nû ve zindî dike.”

“Di encamê êrrşan de şehîd hene”

Deste Hundirîn a Herêma Cizîrê di daxuyaniyê de sersaxî ji malbatên kesên jiyana xwe jidest dane xwest û wiha got: “Dagirkeriya Tirk amanc û binpêkirinên xwe zêde kirine, ku her roj dubare dibin û zêdetir dibin, di nav de hedefgirtina duh li ser kembera Bakurê bajarê Qamişlo ku di encamê de 4 şehîd û hejmarek birîndar bûn. Di heman demê de armanckirina vê dawiyê ya ku li taxa Pîşesazî ya bajarê Qamişlo pêk hat, ku di encama bombebarana bi riya balafirên keşfê yên bêmirov de gelek birîndar û şehîdên sivîl di wê êrîşa hovane de çêbûn û ew in: Şemdîn Şemdîn û Mezlûm Esed, û her du zarok Ehmed Şêbî û Aheng Şêbî. Ji bo wergirtina dermankirina pêwîst, birîndar li nexweşxaneyan hatin belavkirin û piştî hemû hewlên rizgarkirina jiyana birîndaran, di nav wan de Endamê Serkirdayetiya Partiya Jiyana Azad birêz Yûsif Mehmûd Rebbanî gihaşt asta şehadetê. Yûsif Rebbanî ku li ser Serdana herêmên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ji bo pêkanîna hevdîtinan bi gel re û agahdarkirina destkeftiyên şoreşa 19’ê Tîrmehê û xebatên ji bo gihandina nêrînên giştî yên gelê Kurdistanê li çar parçeyên wê, mixabin hat hedefgitirn. Li ser vî esasî jî em sersaxiyê ji hemû malbatan re û tevahî gelê Kurdistanê re dixwazin.”         

Banga şerê gel ê şoreşgerî

Di daxuyaniyê de bang li her kesê hat kirin ku her kes bi erka xwe rabe û wiha domand: “Ev kiryarên bêexlaqî li dijî rêgezên mirovahiyê ne, em bang li hemû gelê xwe yê têkoşer dikin ku ruhê berxwedan û şerê gel ê şoreşgerî nîşan bidin, li dora hêzên xwe yên leşkerî û xwerêveberiyê bibin yek û li hember hemû hêzên taybet hişyar bin. Wateyên şer ên ku dijmin ji bo têkbirina îradeya gelê me bi hemû pêkhateyên wê bi kar tîne.”

Banga girtina qada hawayî

Di dawiya daxuyaniyê de bang hat kirin ku qada hawayî ji dewleta tirk re were girtin û wiha hat gotin: “Hûn baş dizanin ku sûcên dewleta Tirk a dagirker li dijî gelê me di çarçoveya berjewendiyên xwe de ne. Ji ber vê yekê em bang li hemû rêxistinên navneteweyî yên têkildar, Neteweyên Yekbûyî, Konseya Ewlekariyê û rêxistinên mafên mirovan dikin ku rola xwe bilîzin erkên xwe yên mafên mirovî, yasayî û mirovî li hember hêzên me û gelê me ku li ser navê hemû cîhanê şerê DAIŞ’ê kirin û li ser asîmanê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê qedexekirineke hewayî, bi cih bînin.”