Dest bi kolana gora komî ya Koro Elî Enter hat kirin

Îro bi amadebûna nûnerê serokwezîrê Iraqê, saziyên pêwendîdar ên fermî, malbatên Êzidî û Şîa yên qetilkiriyan bi awayeke fermî dest bi kolandina gora komî ya Koro Eli Enter a li Telaferê hat kirin.

Navenda Nûçeyan- Di Havîna 2014’an DAIŞ’ê li Iraqê dest bi êrîşên dagirkirinê kir, li gelek deveran komkujî pêk anîn û li pey xwe bi sedan gorên komî hiştin. Bi taybetî piştî ku parêzgeha Mûsilê ket destên DAIŞ’ê, ji Telaferê heya Şengalê komkujiyên mezin li dijî Şîayên Telaferê û Êzidiyên Şengalê hatin kirin.

Yek ji komkujiyên herî mezin ên wê demê, li Kora Elo Enter a li nahiyeya Îyadiyê ya bi ser Telaferê ve hat kirin. Bi hezaran Êzidiyên Şengalê û Şîayên Telaferê li vê derê bi komî hatin qetilkirin û bianxkirin. Li gorî agahiyan şahidên vê komkujiyê, li derdora 1500-2000 cenaze di vê gora komî de hatine veşartin. 10 sal in ku malbatên wendayiyan li benda vekirina vê gora komî bûn.

Bi awayekî fermî dest bi kolandinê hat kirin

Îro bi çavdêriya Daîreya Vekirin û Parastina Gorên Komî û saziya UNITAD’ê, dest bi vekirina gora komî ya Kora Elo Enter hat kirin. Nûnerê Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî, Dr. Zêdan Xelef jî tevî Qeymeqamê Telaferê tevlî vekirina gora komî bûn û bi awayeke fermî dest bi kolandinê hat kirin. Nûnerê Serokwezîrê Iraqê, Dr. Zêdan Xelef di peyama xwe de da zanîn ku ew ê ji bo bîranîna şehîdên fermanê li Kora Elo Enter bîrdariyekê were çêkirin.

Bi dehan malbatên Êzidî ji Şengalê berê xwe dan Telaferê û her wiha malbatên Şîa yên ji Telaferê jî di destpêka vekirina gora komî de amade bûn.

Kora Elo Enter nêzî 15 metreyan kûr e û ji ber lehî, ba û barana 10 salan piraniya wê hilweşiyaye. Her wiha gelek dûpişk û mar dê de hene ku ji ber vê rewşê komên kolandinê zehmetî di karê xwe de dikşînin. Tê payîn ku vekirina vê gorê ji 3 heya 4 mehan dê berdewam bike.