Der barê Emîne Şenyaşar de 15’emîn lêpirsîna heqaretê hat vekirin

Der barê Emîne Şenyaşar a ku Nobeda Edaletê didomîne de cara 15’emîn bi îdiaya “heqaret kiriye” lêpirsîn hat destpêkirin.

Riha - Nobeta ‘edaletê’ ya Emîne Şenyaşar a ku 14'ê Hezîrana 2018'an di encama êrîşa parêzvan û xizmên wekîlê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz de hevjîn û 2 kurên wê hatibûn qetilkirin li gel kurê xwe Ferît Şenyaşar ê ji êrîşê bi birîndarî rizgar bûbû, di 9’ê Adarê de li ber Edliyeya Rihayê dabû destpêkirin, 541 roj in didome. Der barê dayik Emîne Şenyaşar de bi îdiaya di roja 529’emîn a çalakiyê de “heqaret kiriye” lêpirsînek nû hat destpêkirin.

“Ev lêpirsînek bêesas e”

Ji ber lêpirsînê malbat serê sibehê li gel parêzerên xwe çû Midûriyeta Polîsan a Pirsûsê û careke din îfade dan. Emîne Şenyaşar li Midûriyeta Polîsan mafê xwe yê neaxaftinê bi kar anî, parêzerê wê Nîhat Şahîn diyar kir ku lêpirsîn ji bo ku peşkê li Nobeda Edaletê bixe hatiye destpêkirin û lêpirsînek bêesas hatiye amadekirin. Malbatê piştî îfade, ji bo di roja 541’emîn de Nobeda Edaletê bigre berê xwe da ber Edliyeya Rihayê. 

“Der barê dayika ku li edaletê digire de jî lêpirsîna li ser lêpirsînê”

Malbatê li ber avahiya Edliyeyê cihê girt, li ser hesabê xwe yê medyayê ev parve kir: “Xerabiya herî mezin a li dayikekê bê kirin, kuştina ewladên wê ye. Li nexweşxaneyê du ewladên wê û hevjînê wê hatin qetilkirin. Lawek wê jî 4 sal in bi tena serê xwe di hucreyê de girtî ye. Der barê dayika ku li edaletê digire de jî lêpirsîna li ser lêpirsînê tê destpêkirin. Dayik îro dîsa, li emniyetê îfade dide.”