Dayîkên Laleh Park piştgirî dan serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’

Dayîkên Laleh Parkê, piştgirî dan serhildana gel ya Îranê û ragihandin ku ji bo xilasbûna her cure dîktatorî û cudaxwaziyê û misogerkirina azadî, wekhevî û edaleta civakî bi biryardarî têbikoşin.

Navenda Nûçeyan – Berxwedana gel a ku piştî qetilkirina Jîna Emînî li Îranê dest pê kir bi mehan berdewam dike, têkoşîna azadiyê ya jinan bi dirûşma "Jin Jiyan Azadî" didin jî li hemû cîhanê belav bû. Li Îranê Dayîkên Laleh Park, diyar kirin ku piştgirî didin serhildanên gel û ragihandin ku bi diruşmeya “Jin, Jiyan, Azadî” ji bo xilasbûna her cure dîktatorî û cudaxwaziyê û misogerkirina azadî, wekhevî û edaleta civakî bi awayekî bêperva, afirîner, wêrek û bi biryardarî têbikoşin.

Dayikan di daxuyaniya xwe ya der barê berxwedana Rojhilatê Kurdistanê û Belûcistanê de wiha gotin:

“Em niha jî şahidî xwepêşandanên girseyî ya şervanên Kurt û Belûcî û zextên hikûmetê yê li kolan, nexweşxane û bajaran ya mal bi mal bixwîn û bêguneh dikin. Li Javanrud, Mehabad, Senendaj, Bûkan, Kamiyaran, Pîranshahr, Paveh, Saqez, Dîwandera, Banêh, Dehgolan, Qorveh û bajarên din bi awayekî hovane tên înfaz kirin.

Em Dayîkên Laleh Park a Îranê bi bilindbûna dirûşma 'Jin, jiyan, azadî' û bivî re girêdayî azadî û rizgarbûna ji dîktatoriyê û ji holê rakirina her cure cudakarî û bêedaletiyê dixwazin."

Dayikan daxwazên xwe bi vî awayî rêz kirin:

“*Em bê şert û merc daxwaza berdana hemû girtiyên siyasî û bîrdozî dikin.

* Rakirina derpkirin û înfazê; Em naxwazin bûyerên darvekirin, sûîqest, li kolanan kuştin, derpkirin, eşkence, kevir avêtin û tolhildanê bên jiyîn.

*Em daxwaz dikin ji destpêke heta îro fermandar û kiryarên hemû tawanên ji aliyê rayedarên desthilatdarên Komara Îslamî ya Îranê ve hatiye pêkanîn, li dadgehên ji raya giştî re vekirî, biadilene û gel de bên darizandin û cezakirin.

*Em daxwaza bikaranîna azadiya derbir, raman û pênûsê ya bê şert û merc dikin.

*Em dixwazin bê şert û merc ji azadiya cil û berg û mafê kontrolkirina bedena xwe sûd werbigirin.

*Em dixwazin mafên şermezar kirin, grev, kombûn, rêxistinbûyin û partiyên serbixwe bi kar bînin.

*Em dixwazin ji mafên hemwelatîbûna wekhev sûd werbigirin û her cure cudakariyê ji holê rakin.

*Em daxwaza cudabûna ol ya ji dewletê dikin.”