Dayikên Laçik Sipî êrîşên dewleta Tirk şermezar kirin

Ji ber êrîş û dagirkeriya dewleta tirk ya ku niha li ser xaka Başûrê Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê berdewam dike, dayîkê Laçik Sipî daxuyaniya çepemeniyê dan.

Silêmanî - Dayikên Laçik Sipî li ber deriyê rêxistina Jinên Azadiya Kurdistanê RJAK bi boneya tindûtujî û dagirkeriya li ser xaka Kurdistanê daxuyaniya çapemeniyê dan, daxuyaniya çapemeniyê ji aliyê dayîka Laçik Sipî Fewziye Ebdulkerîm ve hate xwendin.

Daxuyanî wihaye:

“Niha welatên cîhanê di rewşek ne baş dene bi taybet welatên Rojhilata Navîn bi taybet hemwelatiyên Kursitanê, bi her awayî dijmin çav berdaye li ser xaka Kurdistanê di dema ku nêzbûna sedsaliya peymana Lozanê re. Dewleta Tirk bi hemû êrîşên çekdarî û qetilkirina sivîl û geştiyaran, her wiha têkdana xweza û ewlehiya bajarên cûda yên herêma Kurdistanê, têkdana baweriya civaka Kurd bi rêya weşandina diramayên tirkî, kontrolkirina abriya herêma Kurdistanê, bi hebûna sedan kompanyayên tirkî yên cûda rê li derfetê kar ji bo ciwanan girtine destpêkir. Em weke dayîkên aştiyê yên Laçik Sipî em hemû êrîş û dagirkeriyê şermezar dikin. Daxwaz ji hikumeta navendî û hikumeta herêma Kurdistanê dikin ku berpirsyartiya xwe bi cih bîne û welat bi parêzin, yasa serwer be û her wiha hemwelatî hişyar bin da ku êdî mafê gelê Kurd neyê binpê kirin û li beramberî tindûtujî û dagirkeriyê bêdeng nebin. Em daxwazê ji hikumeta Kurdistanê dikin li dijî van êrîşan bibin xwedî helwest.”

“Divê hemwelatî li hemberî êrîşan bisekinin”

Dayîka Laçik Sipî Fatme Abdulrehman êrîşên dewleta Tirk şermezar kir û got: “Hemwelatiyên sivîl rojane ji ber êrîşên dewleta tirk jiyana xw eji dest didin, her tim êrîş û topbarana dewleta Tirk berdewame, lê belê hikumet bêdeng e.”