Dayikên Aştiyê yên girtî serbest hatin berdan

8 Dayikên Aştiyê yên ku li Antalyayê ji bo ji girtiyên li girtîgehê pere şandin hatibûn binçavkirin, piştî îfadeyên li dozgeriyê hatin berdan.

Antalya- 8 Dayikên Aştiyê ji ber şandina pereyan ji girtiyan re di çarçoveya lêpirsîna ku Serdozgeriya Komarê ya Antalyayê dabû destpêkirin de bi îdiaya "rêxistinê fînanse kirine" duh hatibûn binçavkirin.

Piştî îfadeyên li Midûriyeta Polîsan a Antalyayê Dayikên Aştiyê Fatma Gun, Emîne Tekmenuray, Zekiye Alak, Hulusî Ayik, Huzna Goksel, Ayşe Arslan, Valîde Kaplan û Emîne Arslan sewqî edliyeyê hatin kirin û piştî îfadeyên li dozgeriyê hatin berdan.