Dayîkên Şengalê: Li hemberî her cûre êrişan em ê li ber xwe bidin
Dayîkên Şengalê der barê êrîşên dagirkerî ya dewleta Tirk a dagirker de diyar kirin ku ew ê li Şengalê tu carê rê nedin xayînan û ew ê heya dawî li hember hemû cureyên êrîşan li berxwe bidin.
Şengal - Di 29’ê Tebaxê di seatên êvarê de dewleta Tirk a dagirker bi balafira bê mirov wesayîtekî li Şengalê kir hedef. Di encama êrişê de 2 şervanên YBŞ’ê birîndar bûn.
Duh li navçeya Sinonê bi pêşengtiya Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) û Yekîtiya Ciwanên Êzidxanê ji bo şermezarkirina van êrişan meşekî girseyî hat lidar xistin.
“Dê ji xayînan hesab bê xwestin”
Endama Koordînasyona Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Neam Bede ku beşdarê meşê bû ji ajansa mere axivî.
Neam Bede diyar kir ku ji ber ku yên êrişkar dijmin in heya têkçûna wê dê êriş berdewam bin, lê lazim e hesab ji kesên xayîn bê xwestin û wiha got: “Dewleta Tirk a dagirker dijmina civaka me ya bi hezaran sala ye, ew ê her êrîş bike. Lê dewleta Iraqê û kesên ku hevkarî bi wan re dike em gazincan ji wan dikin. Dîsa dewleta Tirk a dagirker di meha 8’an de êrîşan li dijî me pêk têne. Lewma ev berdewamiya fermanê ye, jê ne qute. Tu bendewariya me ji hikumeta Iraqê nîne, ji ber ku tu hikumet niha nemaye. Lê em weke mileta Êzidyan em ê her li peyî doza xwe bin û em dev ji tekoşîna xwe bernadin.”
“Pêwist e em bê rawestan têbikoşin”
Her wiha Emîna Kurkurkî jî diyar kir ku dijmin nikare pêşketina civaka Êzidî tehemûl bike lewma êrîş dike û got: “Dijmina me dûbare êrişê me dike, zarokên me dikin hedefa xwe. Dijminên me nikarin pêşketina civaka me hezim bikin. Qebûl nake ku zarokên me bibin pêşengên civaka me. Lê pêwîste miletê me li hember van êrîşan bê deng nemînin. Lazim e 24 seatan bê rawestan kar bikin û têbikoşin.”