Dayikên Şengalê: Ev pêla koçberiyê beşek ji siyaseta PDK’ê ye

Saziya Malbata Şehîdan ya Şengalê derbarê pêla koçberiya Êzidyan a dervayî welat daxuyanî da û dest nîşan kir ku bi yekbûna Êzidiyan dê rê li ber armanca dijminên Êzidiyan bê girtin.

Şengal- Di encama siyaseta PDK’ê ya dijî Êzidiyan de pêlekî koçberiya Êzidiyan ya dervayê welat dest pê kiriye. Ev pêl bi taybet bandora xwe li kampên Başûrê Kurdistanê dike. Saziya Malbata Şehîdan ya Şengalê ji bo rê girtina li ber fermanekî nû ya li dijî Êzidiyan, derbarê vê mijarê de daxuyaniyekî da.

Daxuyanî li Şehîtgeha Şehîd Dilgêş û Şehîd Berxwedan ji aliyê Endama Saziya Malbata Şehîdan  dayîka Şehîdekî Dayê Pakîz Celale ve hate dayîn.

“Ev pêla koçberiyê beşek ji siyaseta PDK’ê ye”

Di destpêkê daxuyaniyê de hate diyar kirin ku ev pêle koçberiyê beşekî ji siyaseta dijminên Êzidiyan e û wiha hat gotin: “Em weke dayîkên şehîdan bang li hemû malbatên Êzidiyan dikin rê li ber zarokên xwe yên ber bi Ewropa ve diçin bigrin. Tu axekî dervayê Şengalê ji me re nîne. Ev beşekî ji siyaseta PDK’ê ye ku dixwazin Êzidiyan belav bike û ji baweriya wan dûrbixe. Lê bila PDK’ê û hemû dijminên me bizanin ku em tu car rê nadin wan.”

“Bila Êzidiyên me hişyar bin û nekevin xefka dijminên civaka me”

Her wiha di daxuyaniyê de bang li hemû civaka Êzidî hate kirin ku li hember siyaseta dijmin hişyar bin, nekevin xefka mirinê de û wiha hat gotin: “Îro şehîdên me serê xwe li ber Tawusê Melek dane. Em jî weke dayîkên şehîdan me herî buha da vê dozê û em ê hîn bidin jî. Şehîdên me hêza me ne û riya tekoşînê me nîşan didin. Ev şehîdên me nîşaneya vala derxistina siyaseta PDK’ê ye. Em hemû di vê oxirê de canê xwe bidin, ji jiyanekî li Ewropa bi şereftir e. Bila Êzidiyên me hişyar bin û nekevin xefka dijminên civaka me.”

Dayikên şehîdan bi tilîliyan soza berdewam kirina xeta şehîdan dan.