Dayîkên Şemiyê: Dosyayên windayan li ku derê terazûya edaletê ye?

Dayîkên Şemiyê gotin; “Li gel şahîd, delîl û qeydên dadgehê, biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) û raporên Meclîsê hêj jî kujer bêceza hatine hiştin. Dosyayên windayan gelo li ku dera terazûya edaletê ye?”

Stenbol - Dayikên Şemiyê ji bo aqûbeta windayan bipirsin û kiryar bên darizandin di hefteya 923'yemîn de çalakiya xwe bi awayek online li dar xistin. Di çalakiya vê heftê de li aqûbeta Huseyîn Taşkaya yê di 6'ê kanûna 1993'yan de li Siwêregê hatî windakirin pirsîn.

‘Pergala terazûya edaletê xirab bûye’

Di çalakiyê de bûka Huseyîn Taşkaya Ayşê Taşkaya diyarkir ku ji ber makanîzmaye dadê bi awayek çalak rêve naçin nagihin widayiyan û nagihin edaletê û wiha got: “Wezîrê edaletê Bekir Bozdağ gotibû Edaleta Rojava û Amerîkayê, li hemberî teraziya edaletê ya Tirkiyeyê mînak tê nîşandan, lê belê teraziya me ya edaletê ya herî rast e. Em ji wezîrê edaletê dipirsîn; ligel şahîd, delîl û qeydên dadgehê, biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) û raporên Meclîsê hêj jî kujer bêceza hatine hiştin. Dosyayên windayan gelo li ku dera teraziya edaletê ye? 923 heftê ne em dibêjin û em ê her gotinên xwe bidomînin; edalet û hiqûq divê rast bê sêpandin. Edalet gotî divê kesên mafdar bighîje heqê xwe. Lê belê ji bo me ne hiqûq û ne jî edalet heye. Teraziya pergala edaletê xirabe.”

‘Wî bi erebeyek leşkerî birin’

Ayşe Taşkaya destnîşan kir ku: “Huseyîn (42), bavê 4 zarokan bû û li Siwêregê mutahît bû dema mutahîtî dikir mafê wî hat binpêkirin û li dijî vê yekê derket. Ji ber vê sedemê Huseyîn ji hêla hêzên dewletê û eşîra Bucakê ve hedef hat nîşandan. Piştî demekî zext zêdebûn û malbat ji neçariyê koçberê Stenbolê bû. Lê Huseyîn bi xwe li Siwêregê ma. Di 6'ê kanûna 1993’yan de li taxa Baglarê bi 30 maşîneyan leşker, polîs û cerdevanên ku ji eşîra Bucakê bûn bi ser malê de girtin û Huseyîn binçav kirin. Malbat serî li cendermeyan, emniyetê, dozgerî û walîtiyê dan. Rayedarên leşkeriyê da zanîn ku piştî demekî polîsan Huseyîn birine. Emniyet jî diyar kir ku ne di destê wan de ye bila biçin ji Sedat Bucak bipirsin. Parlamenterê DYP'ê, reîsê eşîr û sercerdevan Sedat Bucak jî got ‘Belê ekîba me girt lê belê me teslîmê dewletê kir. Dewlet dizane'. Hemû hewldanên malbatê bê encam ma. Êdî ji wê demê ve ji Huseyîn Taşkaya agahî nehat girtin.” 

Di dosyayê de biryara ne şopandinê hate dayîn’

Ayşe Taşkaya da zanîn ku Serdozgeriya Komarê ya Siwêregê bûyer nekarî ronî bike û wiha domand: “Huseyîn Taşkaya li ber çavên malbat û şêniyên taxê hat binçavkirin. Lê belê serdozgerî wek îdiayek razber nirxand û derbarê dosyayê de biryara neşopandinê da. Ji bo veşartina sûc û revandina kesan derfet afirand. Di tîrmeha derbasbûyê de li gundê Tutumlu ya Curnê Reş a Rihayê gelek hestiyên ku aîdê mirovan hat dîtin. Malbata Huseyîn, Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Rihayê û xizmên windayan di 25'ê tîrmeha 2022'yan de serî li Serdozgeriya Komarê ya Curnê Reş da. Serdozgerî daxwaza testa DNA'yê kir.”

‘Em dest ji Galatasarayê bernadin’

Ayşe Taşkaya, di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser têkoşîna ku hat dayîn: “Di dernexistina rastiyan de dozger û dadger berpirsin. Çend sal derbas dibe bila bibe, em ê ji bo Huseyîn û kesên hatine windakirin daxwaza pêkanîna edaletê bikin. Dewlet divê li gorî rêgezên hiqûqa navneteweyî tevbigere. Em dev jî Qada Galatasarayê bernadin.”